08 maj 2012
Wey mala Xwedê Ava be !
Wey mala Xwedê hezar carî ava be, waye birêz Kemal Burkay jî fêm kiriye ku “tu projeyeke hukûmetê ji bo çareseriya mesela kurd tuneye.”
Burkay, di axaftina xwe ya kongreya Hak-Parê ya Diyarbekrê da gotiye, “Me piştgirî da rêlibervekirina kurdî ya hikûmetê. Lê wan jî hêj tu projeyeke çareseriyê nedaye pêşiya xwe. Ez di vê mijarê de ne zêde xweşbîn im.”
Yanî hewqas tahb û sahb û piştgiriya birêz Burkay bi avê da çûye û dawiya dawî wî jî fêm kiriye ku Erdogan bi wî halê xwe wî dixapîne û tu nêteke wî ya çareseriya mesela kurd tuneye.
Ma ewê çawa hebe ku? Erdogan gav û saetê dibêje ”yek milet û yek milet” !
Hukûmeta ku hebûna miletê kurd qebûl neke û tim bibêje li Tirkiyê "yek milet" heye, ewê çawa mafê kurdan bidê?
Esas berî hêviya çareseriyê, dibê Burkay û kurdên din ji Erdogan, qesta wî ya ”yek milet” î bipirsin, bibêjin bi vê gotinê tu dixwazî çi bibêjî?
Heta ku Erdogan bibêje "yek milet", dibê kes ji hukûmeta AKP-ê tu hêviyên çareseriyê nekin. Ev xeyaleke vala ye.
XXX
Diyar bû ku Erdogan bêhemdî, ji dêlî ku bibêje ”tek dîl” yanî ”yek ziman”, gotiye ”tek dîn” yanî yek dîn.
Erdogan dibêje, xetên wî yên sor, ”yek milet, yek al, yek welat, yek dewlet e.” Wî bêhemdî gotiye ”yek dîn.”
Lê rast napeyive, wî gotina ”dîl û dîn” yanî ziman û dîn(ol) tevhev kiriye, ji dêlî ku bibêje, liv î welatî yek ziman heye, gotiye yek dîn heye. Yanî em kurdî qebûl nakin.
Bi baweriya min rastî ev e.
XXX
Pêşeroja welatekî girêdayî însanên wî welatî perwerdeyeke çawa dîtine.
//ALBERT EINSTEIN
XXX
Pûlisên tirk vê sibê li 6 bajaran dîsa li hemberî kurdan teroreke berfireh meşandin. Di operasyonê da seroka BDP-ê ya Rihayê Fatma Îzol jî di nav da bi kêmasî 28 kes girtin bin binçavan. jî di nav de bi giştî 28 kes hatin binçavkirin.
Tisstê hukûmeta AKP-ê dike çavsorî û zulmeke nedîtî ye, ev serê sê salan e bi rengekî bênabên kurdan terorîze dikin û herr oj bi kêmasî 30-40 kesî digrin bin çavan.
Ev zulm û çavsoriya hukûmetê bi min pir zor tê û min bêhuzûr dike.
Loma jî hêrs û qehra min ya li hemberî kurdên AKP-ê û pûlperestên huk^ymetê her ku diçe zêde dibe. Hukûmetek li gelê meriv hewqas zulm bike û meriv hîn jî pê ra hevalbendiyê bike, ez bi xwe qet fêm nakim…
XXX
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevpeyvîna xwe ya bi televizyona Dubaî ra dîsa weke serokekî ji xwe bawer mesajeke pir baş daye ereb, faris û tirkan. Mesûd Barzanî li ser pirsekê gotiye:
“Dibê gelê ereb fêm bike ku kurd ne mêvan in û ne jî koçber in, ew xwediyên vê axê ne û ji gelên herêmê yên herî kevnar in. Loma jî mafê wan e li Îraqê bi dilê xwe yekîtiya bi gelê ereb ra hilbijêrin. Her wiha ji mafê wan e ku serbixwe bin jî.”
Dubarekirina vê rastiyê bawerî û manewiyata miletê kurd zêde û xurt dike. Siyasetmedarê newêribe vê rastiyê ji tirk, ereb û farisan ra bibêje ew ne siyasetmedarekî baş e, dibê kurd kesên wiha nekin nûnerên xwe.
Hinek pesn û hinek rexne
Ez dizwazim îşev jî ji we ra hinekî pesnê xwe bidim û qala ”kebanîtiya” xwe ya vê êvarê bikim.
Îro dîsa ji nişkave dilê min bijiya masiyan. Min li dora 600 xiram
stromnîng(masiyekî biçûk û bêhestiye, bi kurdî nizanim navê wî çi ye. Ev masî di derya Baltik da heye) û hinek jî sosa leymûnê kirî û telefonî xanimê kir, min got îşev şîva me masî ye.
Bi kêf û heyecaneke mezin ez çûm mal. Min bala xwe dayê ku xanimê ji... tirsa çêkirina masî, xwe xistiye nava nivînan.
Min tew ban nekirê. Ez ketim mitbaxa xwe, min zend û bendên xwe vemalt û berê zeleteyekî xwe yê ezme yê baş çêkir û xist dolabê.
Dû ra jî min masiyên xwe danî ber xwe, baş xwê û baharat(bîberê reş) kir. Û ji dêlî ku ez felqe felqe sor bikim, min rabû hinek penêrê qeşar xist nabêna herdu perçeyan û dû ra herdu alî baş di nanê hûr da kir û di rûn da sor kir.
Masiyê min tam li gorî dilê min çêbû. Ji ber ku penêr di nabênê da bû, masî hişk nebû, pir nerm hat.
Berî ku xanim ji xew rabe min sifre hazir kir, şûşeyek şeraba sor danî ser masê û dû ra jî ban xanimê kir, min got:
-Fermo, şîv hazir e…
Ciwanik nermik nermik ji xew rabû, got serê min diêşe û ez têr im. Lê dema çav li sifreya hazir û masiyan û şeraba sor ket, got baş e ezê hinekî tahm bikim…
Lê bawer bikin wê bi kêmanî du qatî min xwar…
XXX
Meriv bi salan karekî bike, meriv sal bi sal bi pêş dikeve. Lê yê me kurdan belovacî wê ye, weke mîza devê, em sal bi sal bi paş da diherin.
Netkurd ev heft sal in weşanê dike lê hîn jî fêr nebûye sernivîsekê rast binivîsîne. Hela hûn ji ibreta giran ra bala xwe bidin vê sernivîsê:
“Zarok he li her derê bi 'şîr' dikevin”
Heger pêşbaziyeke sernivîsên sosiret û pêkenok çê bibûya ez bawer dikim ev se...rnivîs miheqeq ewê bibûya yekem.
Piştî ku sernivîs wiha be, Xwedê dizane ku nivîs êdî çawa ye…
Ji bo ku bêtir neqeherim min nivîs nexwend, qîma xwe tenê bi sernivîsê anî.
Dibêjin, ji devere gotine, deve, ma hustuyê te çima wisa xwar e?
Deve gotiye, ma kudera min rast e ku hustuyê min rast be!
Nuha ez kudera vê sernivîsê rast bikim?
Xwediyê vê sernivîsê ya zarokekî biçûk e, ya jî merivekî ku hîn nuh fêrî kurdî dibe.
Lê bi dîtina min ji xwediyê nivîsê bêtir sûc yê malperê ye. Dibê berpirsiyarê malperê ev sernivîsa sosiret bi vî rengî neweşanda, rast bikira.
Lê wisa diyar e k redaktorê Netkurdê bi hin karên din mijûl e, loma jî wexta wî tuneye bi tiştên wiha biçûk mijûl bibe.
“Zarok he li her derê bi 'şîr' dikevin”
Gelo ev sernivîs tê çi maneyê?
Bi texmîna min rojnamevanê me xwestiye bibêje, “zarok hîn li her derê bi şîr jahrdadayî dibin.”
07 maj 2012
Miletê dînê alê
Di fasebookê da bîstek berê ez rastî rismekî hatim, melayekî tirk ala tirk weke pêşmalekê bi hustuyê xwe ve kiriye û wazê dide.
Di binê risim da di nava gelek şiroveyan da şiroveya Seyfî Temel bala min kişand. Seyfî Temel, di şiroveya xwe da dibêje:
”Li bajarê Mûxlayê li navçeya Mîlasê ala tirka bi memberê va daliqandibûn. Min ji mele sewal kir, min got mele ma ev welatê we tu dagir bûye, ana hûn çima vê alê bi memberê va dadiliqînin. Mele got qet pirs neke, dewleteke ehmeqe, guya bira kurd bizanibin ku ev der welatê tirkan e. Min got belê mela welahîn tu rast dibêjî, ev dewlet û zîhnîyet ehmeqe, lewra li welatê me kurdan jî bi tirkî weezê didin.”
Nuha we fêm kir ku bê tirk çima hewqasî bûne dinê ala xwe, Tirkiye û Kurdistan bi wê alê kirine weke derya xwînê û wê li her derê dixin çavên însanan, li mizgeftan bi mîmberan ve dadiliqînin û bi hustuyê melayan ve dikin…
Jı bo ku kurd bizanibin ku ev welat yê tirkan e…
Bi dîtina min mele pir rast gotiye, wekî din tu sebebekî vê nexweşiya alê tuneye.
XXX
Napoleon gotiye, ”kesê ku bikanibe durûtiyê û şalûziyê bike dikane bêbextiyê jî bike.”
Rast e, ji xwe kesên durû û kesên bêbext weke du rûyên pereyê hesinî ne.
XXX
Heger meriv dixwaze serê meriv vehesiyayî be, dibê meriv rişma zimanê xwe û nefsa tim ragire.
XXX
Sirri Sureya Onder gotiye:
"Li welatekî ku li hemberî 45 stargehên jinan yên resmî, 60 kerxaneyên resmî hebin, dewlet li wî welatî bêyî pêzeweng(gewad)ne tiştekî din e."
Tiştekî ku meriv li vê tespîtê zêde bike tuneye,Onder, weke rojnamevan û siyasetmedarekî tirk dewleta xwe bas naş dike, loma jî ji me baştir dizane ev dewlet çi karî dike.
XXX
Rojekê fîlozofê mezin Diyojen di kuçeyeke pir teng da rastî dewlemendekî pozbilind û bêedeb tê. Kuçe hewqas teng e ku dibê yek rê bide yê din, ya na derbasbûn ne mimkûn e.
Dewlemendê pozbilind û qure ji Diyojen ra dibêje:
-Ez ji ber serseriyekî xwe nadim alî.
Diyojen rê dide yê dewlemend û bi dengekî sakin jê ra dibêje:
-Ez xwe didim alî…
XXX
Di civînekê da nîjadperestekî tirk ji bo ku şairê kurd yê bi nav û deng Şêx Riza Talabanî -1842-1910- biçûk bixîne jê ra dibêje:
-Biborin, ma hûn baytar bûn ne wisa?
Şêx Riza Talabanî bîna xwe teng nake û bi dengekî nerm dibêje:
-Belê, ma dereke we diêşe?
06 maj 2012
Erdogan îcar got "yek milet û yek dîn"!
Serokwezîr Erdogan, di axaftina xwe ya Edenê da dîsa dest bi naqararta ”xetên xwe yên sor” kir û got, ”çar xetên wan yên sor” hene. Ew jî, ”yek dewlet, yek milet, yek al û yek dîn.” e.
Erdogan berê digot “yek ziman”, lê îcar gotiye “yek dîn.” Ev jî tiştekî nuh û pir balkêş e.
Gelo Erdogan ji bo çi ji deli zimên va îcar gotiye “yek dîn”?
Piraniya kurdan misilman e û kurd naxwazin dewleteke xiristiy...an jî ava bikin, wê demê ev mesela “yek dîn” çi ye?
Em nuha sebebê wê baş nizanibin jî lê miheqeq sebebek heye.
Carê daxwaza “yek dîn”î, tê maneya înkara hemû dîn û baweriyên din. Li gorî vî emrê Erdogan, dibê êzîdî, elewî û xiristiyan hemû dev ji dînên xwe berdin û bibin misilman.
Ya din, wisa xuyaye ku Erdogan nuha naxwaze “yek ziman”î jî bijmêre û derxe pêş, hîn roja jimartina “zimên” jî nehatiye, lê ewê were.
Ji ber ku bi nejimartina “yek ziman”, Erdogan gelek kurdên pûlperest ji bo armanca xwe ya dûr û dirêj bikar tine û di nava kurdan da propagendeya xwe dide kirin.
Esas gotina yek milet, tê maneya “yek ziman” jî, dema tu hebûna kurdan qebûl nekî, tu hebûna zimanê wan jî qebûl nakî.
Ji xwe sebebê ku hukûmeta AKP-ê perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl nake ev e, ji ber ku ew hebûna miletê kurd qebûl nakin. Gava miletek tunebe, zimanê wî jî tuneye. Mesele ev e.
Erdogan di axaftina xwe ya kongreya Edenê ya AKP-ê da siyaseta xwe ya derbarê kurdan û mesela kurd da wiha aniya zimên:
“Min got çar xetên me yên sor hene. Dîsa min qala sê prensîbên me yên talî jî kir ku em li ser wan jî dixebitin. Çi bû ew çar xetên esasî? Yek, me got “yek milet.” Ji ber ku em li dijî veqetandinê û ne, em li dijî cudaxwaziyê û perçebûnê ne. Tirk, kurd, laz, gurcî, abaza, romen(qereçî), boşnak, arnavut em hemû yek in û bi hev ra ne. Em ferqîyetê naxin nabêna însanan, em dibêjin yek milet. Em dibêjin yek al. Yek al û em nahêlin kes dev bavêje ala me. Rengê vê ala me, xwîna şehîdên me ye. Hîlal îfadeya serxwebûname ye. Ya sêyem jî yek dîn e…”
Erdogan camêr weke herim îcar jî pir vekirî peyivîye, dîsa gotiye kurd murd tunene, li Tirkiyê yek milet heye û ew jî miletê tirk e. Miletên din jî mecbûr in bibin tirk. Lê hin kurdên me hîn jî dev ji piştgiriya AKP-ê û karkiriya hukûmetê bernadin. Esas ew ne li pey rastiyê, li pey nanê xwe ne, loma jî dev ji xenîmeta hukûmetê bernadin...
Serpêhatiyek Sokrates
Dibêjin Sokrates û xanima xwe tu carî li hev nedikirin, nabêna wan gav û saetê şer û pevçûn bû.
Rojekê xanima wî dîsa bi Sokrates ra şer dike, çi tê devê jê ra dibêje. Lê bala xwe didê ku Sokrates qet guh nadê û bi gotinên wê naqehere. Li ser vê, rabûye satilek av bi ser sere wî da kiriye. Sokrates bi dengekî pir sakîn gotiye:
-Piştî hewqas gurre gurre ewran û şîrqîna burûskan min reşêşkek baran ji xwe dipa…
XXX
Ji bo ku meriv sînorên ”îmkanê” bibîne, dibê meriv bêîmkaniyê biceribîne. Ji ber ku gelek tiştên îro mimkûn in, do ne mimkûn bûn.
XXX
Li Sovyetê kurdan zulmeke pir mezin dîtin, dibê ev zulma Stalîn û ya dema Sovyetê ji alî hemû kurdan ve baş were zanîn. Dibê kurd bizanibin di dîrokê da kê, li ku û ji bo çi çavsorî û zulm li wan kiriye. Miletê dîroka xwe nizanibe nikane dost û dijminên xwe jî ji hev bigerîne.
XXX
-Rastiyê bibêje, tu yê mecbûr nemînî ku te çi gotiye bînî bîra xwe.
XXX
Di malpera Avestakurd da xebereke li ser bûyereke li Afrîka Başûr qewimiye heye. Xeber bi risim e. Xeber wiha destpêdike:
”Li Afrîqiya Başûr bûyereke balkêş rû dide. Li dema ku jinik di nava pencên şêr de dihate parçekirin, hevjînê wê rawestiyayî mabû û wêne ji hevjîna xwe re dikişand.”
Ez dest nadim şaşiyên zimên, wan didim aliyekî, tenê dixwazim bibêjim ku lawirê(heywanê) di risim da xuya dike... ne şêr e, PILING e. Ez fêm nakim çawa meriv dikane piling û şêr ji hev negerîne?
Ev cara pêşî ye ku ez rastî rojnamevanekî ku piling û şêr ji hev nagerîne têm.
Gelek kurd şêr û şepal (yanî şêrê nêr û mê) ji hev nagerînin û ji herduyan ra jî dibêjin ”şêr” , ez viya fêm dikim, lê belê jihevnegerandina şêr û piling ez qebûl nakim û loma jî ji Dara Dilbixwîn dixwazim tavilê vê şaşiyê rast bike. Şaşiyeke wiha beloq pir eyb e…
XXX
Hevalno, ji bîr nekin ku zimanê malpera xwe bikin kurdî. Weke min berê jî gotibû, heger di nava 3 mehan da di facebookê da hejmara bikarhênerên kurdî bikartînin nebe 100. hezar facebook ewê kurmancî ji lîsteya xwe bavêje.
Di facebookê da bi karanîna zimanê kurdî vatiniya her kurdî y
05 maj 2012
Erdogan weke generalekî peyivîye
Serokwezîr Erdogan, di Twîttirê da bersîveke pir sert daye rexnegirên artêşê.
Erdogan, ji rexneyên di çapemeniyê da li artêşê û li generalan tê girtin pir aciz bûye û gotiye:
”Heqaretên ku li hêzên çekdar yên tirk, li mensûbên artêşa me ya bi şeref tên kirin bêexlaqî ye, bêedebî ye û zirzopî ye.”
Tam weke çaqokêşekî artêşê û leşkeran peyivîye. Ji ber ku leşker êdî ketine bin emrê wî, loma jî dibê wan baş biparêze.
XXX
Welatekî bêedalet ji mezbeheyê pêva ne tiştekî din e.
//Clemencau
Tu dibêjî belkî camêr li Tirkiyê jiyaye û ev analîz li gorî wê kiriye…
XXX
Nivîskarê fransiz Jean-François Regnard gotiye, ”Li hemberî musîbetên mezin cesaretên mezin dixuliqin.”
Îdeolojiya kemalîzimê jî musîbeteke mezin e, lê li hemberî vê musîbetê liberxwedana kurdan jî cesareteke mezin e. Ev cesareta mezin di demeke nêz da ewê tirk û kurdan ji vê îdeolojiya musîbet rizgar bike.
XXX
Tê gotin ku "zimanê çav dipeyivin li her derê eynî ye." Rast e, ji ber ku dil û çav tu carî derewa nakin.
XXX
Li Sûriyê jî kurd weke başûr berbî dewletbûnê ve diçin. Heger PKK şaşiyan neke û gel ji xwe dûr nexe li Sûriyê jî Kurdistan ava dibe....
XXX
Di malpera Avestakurd da xebereke li ser bûyereke li Afrîka Başûr qewimiye heye. Xeber bi risim e. Xeber wiha destpêdike:
”Li Afrîqiya Başûr bûyereke balkêş rû dide. Li dema ku jinik di nava pencên şêr de dihate parçekirin, hevjînê wê rawestiyayî mabû û wêne ji hevjîna xwe re dikişand.”
Ez dest nadim şaşiyên zimên, wan didim aliyekî, tenê dixwazim bibêjim ku lawirê(heywanê) di risim da xuya dike ne şêr e, PILING e. Ez fêm nakim çawa meriv dikane piling û şêr ji hev negerîne?
Ev cara pêşî ye ku ez rastî rojnamevanekî ku piling û şêr ji hev nagerîne têm.
Gelek kurd şêr û şepal (yanî şêrê nêr û mê) ji hev nagerînin û ji herduyan ra jî dibêjin ”şêr” , ez viya fêm dikim, lê belê jihevnegerandina şêr û piling ez qebûl nakim û loma jî ji Dara Dilbixwîn dixwazim tavilê vê şaşiyê rast bike. Şaşiyeke wiha beloq pir eyb e…
04 maj 2012
Hukûmet heqaretê li termê kurdan jî dike
Dayika gerilayê HPG-ê Eyşe Mihemed Kutlu, ji ber hovîtiya li ser termê kurê wê hatiye kirin matmayî maye.
Li bajarê Amasyayê di şerekî di nabêna gerîlayên HPG-ê û artêşa Tirk da gerîlayê bi navê Lokman Reşîd jiyana xwe wenda dike. Ji bo teşhîskirinê dayika Lokman Reşîd, Eyşe Mihemed Kutlu diçe Anqereyê û lawê xwe ancax bi deqa li ser hinarika çepê ruyî wî nas dike.
Dayika Lokman Reşîd hovîtiya li ser termê lawê xwe wiha aniye zimên:
”Dema termê kurê min rê min dan, min dît ku çavên wî kola bûn, poz bi temamî heliyabû û guhên wî jî hatibûn jêkirin. Ji bo ku ez dijminên wî kêfxweş nekim, ez nagiriyam. Ew rûmeta min, şerefa min û namûsa min e.”
Ji bo ku însan li merivekî mirî vê nemiroviyê bike dibê cenewar be û ji însaniyetê derketibe.
Bi baweriya min, yên destûrê didin vê wahşetê, vî sûcê li dijî mirovatiyê hukûmeta AKP-ê ye. Heger hukûmeta AKP-ê destûr neda û kesên ev sûc kirine ceza bikira bêguman kesî nikanîbû bi ev hovîtî bi termê xortekî kurd yê hatiye kuştin bikira.
Ji ber ku berpirsiyar îtîrazî vê hovîtiyê nakin loma ev heqareta nemirovî li termê însanekî mirî tê kirin.
XXX
Dibêjin Hîkmet Çetînê licî çûye serdana Mehmet Agarê qatilê bi hezaran kurdî. Nuha ez ji vî babavî, ji vî rezîlî ra çi bibêjim?
Ez xeber û gotinên wî heq kiriye dihêlim ji liciyan ra, Hiko licî ye, dibê berî min licî çend gotinên xweş û weke risasê giran jê ra bibêjin...
Lê ev serdan jî nîşan dide ku Hiko sed qatî ji Agar bêtir neyarê miletê kurd e, ji ber ku herî zêde Agar kurd kurstine û dane kustin loma jî Hiko dihere serdana wî...
XXX
Zanîn çuqasî zêde be derd û xemên dinyayê jî hewqasî zêde û mezin dibin.
Yanî zanîn meriv dike "Eloyê Xemxur"!
XXX
Rast e, kesên bêxeyal tu carî xeyalşikestî nabin, lê belê xeyalên wan jî tu carî birast nagere; çimkî tuneye...
Ev cîhan û mimkûniya nivîsandina van rêzan berhema kesên xwedî xeyal bûn...
XXX
Kî li pey çi ye, dixwaze çi bidest xe û bibe xwesiyê çi, dibê meriv li gorî wê qîmetê bidê.
XXX
Di rojnameya Swêd ya rojê DN da Erik Olsson, li ser Tirkiyê nivîseke pir hêja nivîsîye. Olsson, di nivîsa xwe da li ser rewşa kurdan, rojnamevanên girtî, tunebûna azadiya fikrî tiştên pir girîng dibêje.
Olsson, di nivîsa xwe da şefredaktora... Azadiya Welat Emîne Demîr weke numûne dide û dibêje, Demîr ji ber berpirsiyariya xwe ya Azadiya Welat 138 sal ceza xwariya.
Olsson dibêje, Tirkiyê her çiqasî berendamê Yekîtiya Ewrûpayê be û rewşa wê ya aborî baş bûbe jî lê ji bo rojnamevanan bûye girtîgeh.
Di normalê da çapemeniya swêd zû bi zû rexneyên wiha cidî li Tirkiyê nagre, nizanim gur li ku mir ev nivîsa weşandin.
02 maj 2012
Bîranînek û rexneyek
Di 28-ê nîsanê da Komîteya Tevgera Demokratên Şoreşger a Kurd ya Swêregê, bi minasebeta yekemîn salvegera wefata Turan Seyfioglu li Swêregê merasimek çêkir û roja 28-ê nîsanê weke roja bîranîna şehîdên DDKD-ê yên Swêregê îlan kir.
Bêguman bîrnekirina hevalên xwe wefadariyeke pir baş e, ji bo vê çalakî û biryarê ez hevalan pîroz dikim. Heger şertan dest bida min jî gelkî dixwest ku di nava hevalan da bûma.
Ji ber ku bîranîn bi minasebeta, “Bîranîna şehîd û miriyên DDKD-ê şaxa Swêregê” hatibû çêkirin, loma jî hevalan Turan Seyfîoglu jî weke kadirekî DDKD ya Sêwregê nîşan dane û ew bi wî hawî bibîr anîne.
Bi dîtina min ne rast e ku Komîteya Tevgera Demokratên Şoreger a Kurd ya Swêregê, Turan Seyfioglu weke kadirekî DDKD-ya Swêregê nîşan bide.
Turan Seyfioglu rojekê jî nebûye endamê DDKD-ya Swêregê, ji ber ku ew ne li Swêregê, li Wêranşarê mezin bûye û li Wêranşarê bûye endam û berpirsiyarê DDKD-ê.
Her çiqas bavê Turan swêregî be jî lê Turan Seyfioglu li Swêregê mezin nebûye.
Ez baş nizanim lê belkî jî ew li Wêranşarê hatibe dinê ya jî dema ew zarokekî biçûk bû malbata wî hatibe Wêranşarê.
Turan Seyfioglu, li Wêranşarê mezin bû, li Wêranşarê çû mektebê, li Wêranşarê bû endam û serokê DDKD-ê, bû endamê KIP-ê û bû şoreşger.
Yê bi rojan, bi mehan bi dû Turan ketiye, bi saetan pê ra minaqeşe kiriye û ew kiriye endamê DDKD-ê û KIP-ê ne hevalên Swêregî ne, ez im; Zinraê Xamo ye.
Heger îro însan bêbextiyê nekin û rast bipeyivin, kesê ku li Wêranşarê DDKD û KIP xuliqand û kir hêzeke girseyî ez im, yek endam û sempatîzan jî berî min li Wêranşarê tuneye.
DDKD û tevgera Şivan bi min li Wêranşarê bû hêz û ji tevgera kurd ya netewî ra bi sedan kadirên weke Turan Seyfioglu, Sirac Kirici, Mustafa Kiliç, Fethî Yildirim(şehîd ket), Abdo Hançer(şehîd ket), Hasan Gonullu, Mehmet Keskin, Ahmet Yildrim, Fahrî Kaya, Fahrî Înan(şehîd ket), Kazim Ekîncî(şehîd ket) û bi sedan hevalên din hemû bi ked û xebata min bûne şoreşger û kadirên tevgera kurd ya netewî.
Bi qasî serê derziyê jî para Swêregê di qezenkirin û şoreşgeriya Turan da tuneye. Loma jî ne rast e ji ber ku malbata Turan Seyfioglu ji Swêregê ye ew weke kadirekî DDKD-ya Swêregê were nîşandan û bibîranîn.
Ev şaş e. Turan Seyfioglu, ewladekî Wêranşarê ye, ew li Wêranşarê mezin bû, li Wêranşarê bû DDKD-yî û endamê KIP-ê.
Turan, li Wêranşarê bi hevalên xwe ra xebat kir, li kolanên Wêranşarê belavok belav kir, li dîwarên Wêranşarê slogan nivîsî. Ew li Wêranşarê hat girtin, li Wêranaşrê bû xwedî mal û zarok. Û hemû jiyana xwe jî li Wêranşarê borand.
De îcar çima ewê weke kadirekî DDKD-ya Swêregê were bibîranîn?
Weke min di serî da jî got, jibîrnekrin û bibîranîna hevalan tiştekî pir baş e, dibê meriv li hemberî hevalên xwe wefadar be.
Lê belê dibê meriv dîroka hevalên xwe jî rast bibêje û rast bide nasandin..
Hevalên wefat kirine û şehîd ketine helbet hemû jî ji Kurdistanê û ewladên miletê kurd in, ji vî ya jî wî bajarî ne pir ne girîng e. Lê belê ev yek nabe sebeb ku meriv dîroka wan rast nebêje....
Silav li Turan û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê…
01 maj 2012
Her bijî belediya Sûrê !
Xewn û xeyala min birast geriya...
Belediyeya Sûrê ya Diyarbekirê zarokxaneyeka kurdî vekir. Di zarokxaneyê da karkir û mamoste ewê bi zarokan ra bi kurdî bipeyivin.
Li Kurdistana bakur ev cara pêşîye ku zarokxaneyeke kurdî tê vekirin.
Ev gava belediya Sûrê, gaveke dîrokî û pir bi rûmet e. Ez belediya Sûrê ji dil û can pîroz dikim.
Berî nuha bi çend hefteyan, piştî gazinên Osman Baydemîr ji zarokxaneyên tirkî, min li ser vê meselê nivîsek nivîsî û xwest ku di serî da belediyeyên di destên kurdan dan û kurdên têgihîştî dest bi vekirina zarokxaneyên kurdî bikin.
Berî wê jî ez çend caran li ser vê mijarê rawestiyabûm û min gotibû ku dibê kurd di zûtirîn wextê da dest bi vekirina zarokxanyên kurdî bikin. Ne rast e ku em li bendî dewletê bin.
Nuha qeyda 16 zarokan li zarokxaneyê hatiye kirin. Di zarokxaneyê da ev 16 zarok ewê ji alî mamosteyên kurdîzan ve ji dibistanê ra werin amadekirin.
Bêguman weke gava pêşî, destpêkirina bi 16 zarokan baş e, lê hindik e. Dibê hejmara zarokxane û zarokan roj bi roj zêde bibe.
Loma jî dibê hemû kurdên têgihiştî û welatparêz, hemû siyasetmedarên kurd miheqeq zarokên xwe bişînin zarokxaneyên kurdî.
Gava daxwaz, yanî taleb hebe zarokxane jî ewê li pey hev vebin. Yanî her tişt girêdayî daxwazê û bazarê ye. Û ev yek jî di destê kurdan da ye, kurdên ji xwe ra dibêjin em kurd in û doza kurd û Kurdistanê dikin.
Ez careke din belediya Sûrê û pêşengên vê gava dîrokî û pîroz dikim û hêvî dikim ku ev gav bi li vir nesekine, li Diyarbekrê û li bajarên din yên Kurdistanê bi sedan zarokxaneyên din vebin.
Belediyeya Sûrê ya Diyarbekirê zarokxaneyeka kurdî vekir. Di zarokxaneyê da karkir û mamoste ewê bi zarokan ra bi kurdî bipeyivin.
Li Kurdistana bakur ev cara pêşîye ku zarokxaneyeke kurdî tê vekirin.
Ev gava belediya Sûrê, gaveke dîrokî û pir bi rûmet e. Ez belediya Sûrê ji dil û can pîroz dikim.
Berî nuha bi çend hefteyan, piştî gazinên Osman Baydemîr ji zarokxaneyên tirkî, min li ser vê meselê nivîsek nivîsî û xwest ku di serî da belediyeyên di destên kurdan dan û kurdên têgihîştî dest bi vekirina zarokxaneyên kurdî bikin.
Berî wê jî ez çend caran li ser vê mijarê rawestiyabûm û min gotibû ku dibê kurd di zûtirîn wextê da dest bi vekirina zarokxanyên kurdî bikin. Ne rast e ku em li bendî dewletê bin.
Nuha qeyda 16 zarokan li zarokxaneyê hatiye kirin. Di zarokxaneyê da ev 16 zarok ewê ji alî mamosteyên kurdîzan ve ji dibistanê ra werin amadekirin.
Bêguman weke gava pêşî, destpêkirina bi 16 zarokan baş e, lê hindik e. Dibê hejmara zarokxane û zarokan roj bi roj zêde bibe.
Loma jî dibê hemû kurdên têgihiştî û welatparêz, hemû siyasetmedarên kurd miheqeq zarokên xwe bişînin zarokxaneyên kurdî.
Gava daxwaz, yanî taleb hebe zarokxane jî ewê li pey hev vebin. Yanî her tişt girêdayî daxwazê û bazarê ye. Û ev yek jî di destê kurdan da ye, kurdên ji xwe ra dibêjin em kurd in û doza kurd û Kurdistanê dikin.
Ez careke din belediya Sûrê û pêşengên vê gava dîrokî û pîroz dikim û hêvî dikim ku ev gav bi li vir nesekine, li Diyarbekrê û li bajarên din yên Kurdistanê bi sedan zarokxaneyên din vebin.
Prenumerera på:
Inlägg (Atom)