Di van rojên dawî da minaqeşeyên nabêna sîyasetmedaran da pir ne xweş û bêmistewa bûye. Bi gotinên ne xweş hevdu pir diêşînin.
Di sîyasetê da însan carnan tiştê şaş dike, tiştê şaş dibêje. Meriv şaşîyan bi uslûbeke maqûl minaqeşe dike, rexne dike.
Di medyaya sosyal da bala xwe didim minaqeşeyên nabêna sîyasetmedaran pir xemgîn dibim, carnan mahdê min ji uslûba wan, ji termînolojîya wan digere, naxwazim bixwînim.
Kesêna 70-80 salî wek zarokên 9-10 salî gotinên ne xweş ji hev ra dibêjin, heqaretê li hev dikin.Çend partî û kurd hatine ba hev ji xwe ra hevkarîyeke bi navê ”HEVBENDΔyê çêkirine. Ji dêlî bi vê tifaqa kurdan kêfxweş bibin, ew jî wek dewletê û pantirkîstan êrîşî HEVBENDÎyê dikin, dibêjin, ”Hevbendî” ji alî merivên dewletê va hatiye avakirin.
Yanî ev gotin e, ev rexne ye?
Mesela, Huseyîn Turhallî gotiye, ”Piştî PKKê xwe fesh kir valahîyek
çêbû. Ji bo ku nehêlin hereketeke dînamîk vê valahîyê tişte bike hin merivên
dewletê Hevbendî ava kirin.”
Ev îthameke pir giran e, ne uslûba merivekî sergiran û maqûl e. Meriv Hevbêndîyê rexne dike, lê ev ne rexne ye. Rasterast gotiye, ajanên dewletê Hevbendî ava kirine...
Dû ra jî gotiye, "baş nayê bîra min wiha gotiye ya na..."
Li alî din, Bayram Bozyel jî di hevpeyvîneke telewîzyonê da gotiye, ”Dibê
Evdila Ocalan jî were berdan, bibe serokê partîya xwe û were li Amedê sîyasetê
bike. Ev yek ewê min kêfxweş bike.”
Li ser van herdu mijaran çend roj in gelek sîysetmedar bi hev ketine, di medyaya sosyal da
gotinên pir giran ji hev ra dibêjin.
Herdu meselan jî meriv kane minaqeşe bike, xwedîyên wan gotinan bi zimanekî
sîyasî rexne bike.
Lê ev nayê kirin, bi piranî hevdu bi ajantîyê û zilamtîya dewletê îtham
dikin.
Ji bo sîyasetmedarekî rîsipî şermeke mezin e bibêje ”Hevbendî ji alî merivên
dewletê va hatiye avakirin.” Ev ne rexneyeke sîyasî ye, heqaret e, buhtan e. Xwedîyê vê îthama giran dibê îspat bike.
Qada me ya sîyasî pir qirêj bûye, zîde pîs û bêmestewa bûye. Bi bawerîya min ev
kulture lûmpen, xeberokî, ji mustewa edebê bêpar ji çepên tirkan di me gerîya
ye. Çepên tirk di minaqeşeyên sîyasî da zimanê lûmpenan bi kar tînin.
Heger minaqeşeyên nabêna sîyasetmedaran ne bi tirkî, bi kurdî ba, ewê hevdu
hewqasî neêşandana. Ji ber ku bi tirkî hevdu rexne dikin, bersîvê didin hev,
termînolojîya wan kopîya çepên tirk e.
Di nava kurdên din da minaqeşe di vê mistewa nizm da nayê kirin.
Ne xweş e kesên 70-80 salî wek zarokan ji hev ra xeberan bidin, heqeretê li hev
bikin. Dibê meriv bi termînolojîyeke sîyasî fikrê xwe bibêje, hevdu rexne bike.
Heta ji min tê ez hevza ji van teşxeleyên bêfeyde û bi zirar dikim. Tenê lê
temaş dikim û pê xemgîn dibim. Û ji xwe ra dibêjim ji van kesan karekî baş, bi
feyde sadir nabe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar