07 november 2026

Mamûrekî Dahîreya Koçberan a Swêd agahîyên li ser kurdan daye Îranê


Karmendekî(mamûrekî) Dahîreya Koçberîyê ya Swêd (Migrationsverket)agahîyên kurdên Kurdistana Rojhilat daya ajanekî Seferetxana Îranê ya Stockholmê. Naveroka dosyeyên koçberên kurd kopî kiriye û daye efserekî îstixbarata Îranê yê li Sefaretxaneya Îranê ya Stockholmê dixebite.

Îstîxbarata Swêd(SAPO) pê hesîya ye ajanê Îranê dersînora kiriye.
Piştî demekê heman karmendî vê carê bi efserekî din ê îstixbarata Îranê ra pêwendî danîye û eynî tişt dane wî jî.
Piştî demekê îstîxbarata Swêd bi wî jî hesîya ye, ew jî dersînor kiriye.

Lê mamûrê ji Îranê ra ajanî kiriye ji kar dernexistine. Du dîplomatên Îranî yê agahî girtine ji Swêd derxistine, lê belê dest nedane mamûrê agahîyên li ser kurdan dane wan.
Hûn dibînin berpirsîyarên hukûmeta Swêd çi bîexlaq in, dest nedane mamûrê ji Îranê ra jantî kiriye.
Çimkî zirar daye kurdan, agahîyên li ser kurdan daye Îranê.
Ji ber ku kurd bêkes in, bêdewlet in, lema Swêd ajantîya li ser kurdan ji xwe ra nake derd. Ji ber ku zane kurd nikanin tiştekî bi wan bikin, nikanin hesab bipirsin.

Heger yekî eynî tişt li hemberî somalîyan ya jî li hemberî miletekî din bihata kirin, ew kes ewê bi sûcê ajantîyê bihata girtin û bihata cezakirin. Lê ji ber ku ajantî li dijî kurdan kiriye dewletê ew ji kar jî dernexistîye.
Çimkî miletê bêdewlet wek kûçikê bêxwedî yê kuçeyên bajaran be, her kes pihînekê lêdidixîne, ji ber ku bêkes e.
Bi bawerîya min wî kesî li ser kurdan ji Tirkiyê ra jî eynî ajantî kiriye. Lê Swêd nabêje.
Dahîreya Koçberîyê ya Swêd tije ereb, tirk, faris, îslamî ne; gişk jî xêrnexwaz û neyarên kurda in û kanin her xerabîyê pir rehet bi kurdan bikin.
Kan bi kêfxweşî hemû agahîyên koçberên kurd dane pûlisên Swêd

Eynî sîxurê Îranî yê mamûrê Dahîra Koçberan a Swêd, rûpela pêşî a pasaportên gelek koçberên Kurdistana Rojhilat daye komeke mafyayî ya bi navê "Bandidos"ê jî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar