26 november 2026

Li dijî Bexdayê piştgirîya Kurdistana Başûr ji bo her kurdî erkeke namûsê ye

Di tarîxa miletan hin roj demên baş û xeraban, miletperwer û bêxîretan, canfîdayên miletê xwe û xayinan ji hev digerîne hene; ew jî şêla li hemberî êrîşên dijmin e.

Îro Kurdistana Başûr di bin gef û êrîşeke metirsîdar da ye, bêdengîya kurdan ewê cesaretê bide dijmin.
Piştgirîya Kurdistana Başûr ji bo her kurdî erkekî, wacibekî netewî, exlaqî û namûsî ye.

Çawa ku kurd hemû wek xwişk û bira, bi hev ra çûn hawara Kobanê, dibê îro jî bi eynî şiklî, li her derê em li dijî gefên Bexdayê dengê xwe bilind bikin û destegê bidin birayên xwe yên Başûrê Kurdistanê.

 Rexneyên me yên serokan, dijayetiyên nabêna me yên fikrî, siyasî, îdeolojîk, dînî meseleyeke me ya hundur malê ye, em wiya nuha didin alîyekî, bi hev ra li dijî gefên Bexdayê dengê xwe bilind dikin.

Li Bakurê Kurdistanê dibê her partî û hêzên kurd dakevin kolanan û gefên Bexdayê protesto bikin.

Planger û organîzatorê van biryarên Bexdayê sedîsed tirk in, ev pîşik û namerdîya wan e.
Belkî teksta biryaran ji alî tirkan va hetibe hazirkirin. Tirk dixwazin tiştê anîn serê Kurdistana Rojava bînin serê Kurdistana Başûr jî. Dibê di viya da şika tu kesî tunebe. 

Sîyasetmedar û serokên kurd yên pişta xwe sipartin tirkan, bawerî bi derew û durûtîyên wan anîn pir saf in, pir xam in û nezanên sîyasetê ne. 

Sed sal e yên nehîştine kurd li beşekî Kurdistanê ji bindestiyê xelas bibin, bibin xwedî deelet tirk in. 

Heger ne tirk bûna di Şerê Cîhanê yê Yekê da kurd bûbûn xwedî Kurdistana mezin. 

Tirkan nehîşt, tirkan hin serok û eşîrên kurd xapandin, kirin hevalên xwe û bi vê rêyê nehîştin Kurdistaneka serbixwe çêbibe.
Nuha jî, heger ne tirk bûna li Kurdistana Başûr û Kurdistana rojava ji zû da Kurdistan çêbûbû; tirkan nehîşt. 

Tirkan nehîşt Amerîka û hin welatên Xerbê ji bo serxwebûnê destegê bidin kurdan. 

Dibê em vî neyarê xwe baş nas bikin û tu carî, tu carî bawerîya xwe bi wan neynin. 

Siyasetmedarê bibe dost û mitefikê tirkan, pişta xwe bispirê wan ne baqil e, dîn e ya jî naxwaze kurd ji bindestiyê rizgar bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar