29 november 2026

Ewladê bêxêr

Hin sîyasetmedarên me wek ewladê bêxir in, ji miletê xwe ra qezencekê, tiştekî baş nakin, bi sîyaseta xwe ya şaş tim zirarê didin gelê xwe.

Di kultur û edebîyata me da têgeha, mefhûma «ewladê bêxêr» ji bo kesên li hemberî malbata xwe, civata xwe û gelê xwe berpirsyarîya xwe nayne cî, li şûna feydeyê, zirarê dide malbata xwe tê gotin.

Hin sîyasetmedarên me, serokên partîyên mezin dişibin ewladê bêxêr, bi îdeolojîyên xwe yên çepîtî û îslamî, bi sîyasetên xwe yên şaş, bi bêtifaqîyên xwe bûne wek ewladê bêxêr. Bi kevçî top dikin, dû ra bi heskê belav dikin.
Tew hinek bûne dost û hevalên Erdogan û dewleta tirk, qet tiştekî ji bo miletê xwe naxwazin; serxwebûnê, federasyonê, otonîmîyê, heta mafên kulturî jî naxwazin, entegrasyonên, yanî tirkbûna kurdan dixwazin. Bi demagojîyê gelê xwe dixapînin.
Îslamîstên HUDAPARê jî bûne mitefikên Erdogan û AKPê û şervanên filistîniyan; ew jî ji bo gelê xwe karekî baş, xizmetekê nakin.
Serokên kurdên Kurdistana Rojava ji xwe malik li milet viritandin, milet perîşan kirin. Piştî bi hezaran şehîd, dewleta xwe xera kirin û teslîmî Colanî, erebên îslamîst bûn. Kurdistana Rojava 12 salan bûbe wek dewleteke serbixwe, bi destê, bi emrê Evdila Ocalan ev dewlet xera kirin û miletê kurd dîsa kirin bindest. Ev sûcekî pir mezin e, gerek tu carî neyê jibîrkirin. Serokê vî sûcê giran Evdila Ocalan û PKK ye. Gerek ev rastî tu carî neyê jibîrkirin.
Li Kurdistana Başûr jî kurd bûbûn dewlet, lê ji ber ku serokên YNKê û PDKê bi salan li hev nekirin ew desthilat jî nuha ketîye talûkê, ereb dixwazin gav bi gav wê ji ortê rakin.
Heger di van 30 salên borî da serokên PDKê û YNKê li hev bikirana, bingehê dewleta serbixwe xurt bikirana nuha ev talûke çênedibû, Amerîkayê, Fransayê, dinyayê ewê dev ji piştgirîya kurdan berneda. Ji ber bêtifaqîya wan a bi salan xelkê hêvîya xwe ji wan qut kir, êdî kes wek berê piştgirîya wan nake; ji dêlî wê, destegê didin Bexdayê.

Nakokîyên navxweyî, berjewendîyên şexsî  û partîtîyan rê li ber yekîtîya neteweyî digire. Bêtifaqî milet bêmoral dike, hêza gel qels dike, derfetan ji dest dide, dibe sebebê perîşanî û bêhêvîbûna civakê. Musebîb û sûcdarên vê rewşê jî sîyasetmedarên me ne, ji me ra bûne wek ewladên bêxêr.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar