28 november 2026

Ehmeqî bêdawî ye

Di heqê tiştên qet nizanin, tu tiştî jê fahm nakin dipeyivin, zimandirêjiyê dikin, aqil didin xelkê. Bi saya ehmeqîyên xwe hewqasî ji fikrên xwe bawer in. George Orwel gotiye; cahilî hêz e.

Merivê cahil cesûr e, lema ji xwe bawer e. Lê nabe her kes baqil be, ev ne mimkûn e. Gava merivê cahil dipeyive aqil bêdeng dimîne.

-Di cîhanê da tenê qencîyek heye, ew jî zanîn e, tenê xirabîyek heye, ew jî cahilî ye.
Sokrat

-Du tişt bêdawî ne: gerdûn û ehmeqiya mirovan.

Albert Einstein

-Nezanî koka hemû xirabiyan e.

Platon

 

XXX

Hin însan bûyeran, êrîşên ser miletê xwe, neheqî û zulma li miletê wan dibe dibînin, lê wek kor bin, ji nedî va tên.

Heqaretên dijmin, gefên li miletê wan dibe dibihîzin, lê wek kerr bin, nabihîzin, xwe li lalîyê û kerrîtîyê datînin. Qala tişt miştên berradayî dikin.

Kesên wiha him bêxîret in, him jî bêûjdan û bêexlaq in.

Piçek ûjdan, exlaq bi meriv ra hebe, gava xelkê neheqî, zulm li miletê meriv kir gerek meriv li gorî qeweta xwe li dij rabe, nerazîbûna xwe nîşan bide.

XXX

Di jiyanê da hin tiştên ne hêja hene; veqetînên ne hêjayî xemgîniyê, bîranînên ne hêjayî meriv bîne bîra xwe.

Hin merivên ne hêjayî meriv qala wan bike, li ser wan bipeyive.

Hin tiştan dibê meriv ji bîr bike, çimkî bi bîranîna wan meriv poşman û xemgîn dibe.

XXX

-Hûn kanin gelek mêrên zîrek bi jineke xêvik, ehmeq ra bibînin, lê belê hûn nikanin jineka zîrek bi mêrekî xêvik, ehmeq ra bibînin.

You see a lot of smart guys with dumb women, but you hardly ever see a smart woman with a dumb guy."

Erica Jong

Gotineke sedîsed rast e.

XXX

Dixwaze bira makîneyk be, dixwaze bira xanîyek be, dixwaze bira bax û bexçeyek be, dixwaze bira hevaltî, dostî û têkilîyek be jê ra lênêrîn, xwedîtî lazim e.

Tiştê tu lê nenêrî, lê ne miqatebî, zû dereng xera dibe, tahmîrkirina wê pir zor e; gelek caran nayê tahmîrkirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar