Nuha ez werim ser tarîx û taybendmendiyên Himama Paşê. Li ser mîmarê wê min tu agahî bi dest nexist. Tarîxa sala çêbûye jî ne diyar e, min tiştek nedît. Dibêjin Îbrahîm Paşayê Millî di sedsala 19a da daye çêkirin
Arkeologê alman Max von Oppenheim cara pêşî di sala 1899a da
serokê Federasyona Eşîrên Milan, Îbrahîm Paşayê Millî dît.
Ev hevdîtina dîrokî di sala 1899a da li Wêranşarê di konekî da çêbû. Çend fotografên vê hevdîtinê ji me ra wek mîrat mane.
Di vê hevdîtinê de, Îbrahîm Paşa ji Oppenheîm ra qala derên tarîxî kiriye û xwestiye li wan deran lêkolînên arkeolojîk bike. Ji deran yek jî girê nêzî Serê Kaniyê Til Xelef e, li wir hin peykerên kevn hatin dîtin.
Oppenheim, li wir lêkolînên mezin kir û çû Wêranşarê hat.
Rismê Himama Paşê kîjan salê hatiye girtin baş nizanim, bi îhtîmaleke mezin li
dora 1900î ye.
Bi taybetî qubeya wê ya mezin pir bala wî kişandiye. Çend
qubeyên wê hebûn, lê yek pir mezin bû. Dema meriv diket hundur, meriv diket bin
wê. Bin wê wek hewşekê bû, li ortê hewzekî biçûk hebû.
Oppenheîm çend caran bûye mîvanê Îbrahîm Paşa û gelek rismên wan bi hev ra
hene.
Di vê fotoyê da wêran xuya dike. Bajêr di serîhildana Îbrahîm Paşa da(1908) zirareke
mezin dît, dewletê bajar wêran kir. Gelek kes hatin kuştin û gelek mahcir ji
der û doran anîn li bajêr bi cî kirin.
Li Wêranşarê hin mêrdînî û tirk hene. Ji wan ra dibêjin swêregî, ne zaza ne, ne
jî kurmanc in, bi tirkî dipeyivin û ji kurdan û doza kurdan ya azadî û
serxwebûnê jî qet hez nakin. Mezên wan tim dostê dewletê bûn.
Bi texmîna min ev herdu gurûb jî piştî têkçûna Îbrahîm Paşa anîne, di xaniyên
ermenî û asûriyan da bi cî kirine.
Qubeya himamê pir mezin û bilind bû, ji kevirên sipî hatibû
çêkirin.
Max von Oppenheim dema çûye Till Xelef ji bo ku lêkolînên
arkeolojîk bike, di ser Wêranşarê ra derbas bûye. Di vê serdanê da ew wêneya
Himama Paşê ya mehela Golê kişandiye. Sal li dora 1900î ye.
Di notên wî da, Wêranşar heta orta sedsala 19a wek kavilekî
wêran bûye. Îbrahîm Paşayê Millî biryar daye Wêranşarê bike navenda serokatiya
eşîra xwe, Konfederasyona Eşîrên Millî.
Li gorî Oppenheim, Îbrahîm Paşa ne tenê qesir û qonax, wek
Qesra Îbrahîm Paşa ava kir, ji bo ku eşîrên koçer hînî jiyana bajarvaniyê bibin
mizgeft, bazar, xan, qonax, firne û himam da çêkirin. Li Wêranşarê gelek
xaniyên du qat mabûn.
Himama Mehela Golê yek ji van avahiyên herî girîng bû, prestîja bajêr nîşan
dida. Çend qonaxên mala Paşê jî hebûn, ew hîn jî hene. Lê himama muhteşem çû,
lê xwedî derneket, restore nekirin.
Kesên bûne şahidê dema hilweşandina himamê gotine:
"Dema qubeya mezin a himamê ket, dengekî hewqas mezin jê derket, me got
belkî erdhej çêbû, dîrokek bi wî dengî ra qediya."
Fotografê Max Von Oppenheim girtiye ji bo me belgeyeke herî
pîroz û tarîxî ye; rûyê rastîn ê tarîxa
me ya wenda, mirwarîya me ya ehmeqan xera kirin nîşanî me dide.
Qediya


Inga kommentarer:
Skicka en kommentar