28 juli 2026

Mamosteyê numûne û feydeya zanînê

Rojekê mamosteyekî ciwan li bajêr rastî mamostê xwe yê dema zaroktiyê tê. Bi dîtina mamostê xwe pir dilşa dibe, silavê didê, dixwaze xwe bi mamosteyê xwe bide nasîn.
Mamosteyê kal wî nas nake, nayê bîra wî.
Mamostê ciwan dibêje:
-Mamoste, ez xwendekarê te bûm. Sebebê ez bûm mamoste tu yî, min tim xwest ez bibim yekî mîna te. Min tu ji xwe ra kir mînak, îdol. Ji bo ku min tu ji xwe ra kir numûne, ez gihîştim vê rewşa xwe ya îro.
Mamosteyê kal dikene, dibêj:

- Çima ez ji te ra bûme mînak?
Mamosteyê ciwan dibêje:
-Belkî were bîra te, rojekê xwendekarekî seetek anîbû sinifê, seeta xwe nîşanî me da, bi wê seeta xwe ya nuh xwe qurre dikir.
Dema wiha got, mamostê kal got:
-Belê belê, nuha hat bîra min, ez bawer dikim tiştekî wiha çêbû.
Mamostê ciwan got:
-Min ji wê seetê pir hez kir, min xwest ew seet bibe ya min. Gava ji min ra fersend çêbû min ew seet ji wî lawikî dizî. Gava lawik pê hesiya seeta wî hatiye dizîn, hat ba te, gilî kir, got seeta min hatiye dizîn.
Te ji me ra got, kê ew seet bêhemdî girtiye bira paş da bide xwediyê wê. Min şerm kir rabim bibêjim seet li ba min e, min seet diziye, min seet neda.
Te dengê xwe nekir, di dawiya dersê da te ji xwendekaran ra got, giş li ber dîwêr rêz bibin, ezê li bêrîkên we bigerim.
Lê berî tu li bêrîkên me bigerî, te ji me ra got:
-Bira her kes çavê xwe bigire.
Em giş li ber dîwêr rêz bûn, me çavên xwe girt û tu yek bi yek li bêrîkên me gerîya. Dema dor hat min, te seet ji bêrîka min derxist, lê te tu tişt ji min ra negot. Piştî te seet ji bêrîka min derxist, te lêgerîna li bêrîkên zarokên din domand û te seet da xwediyê wê. Te ez di nav hevalên min da riswa nekirim, te ez nehetikandim. Û dû ra jî li ser vê mijarê tu min ra qet nepeyivî, te tu carî ev bûyer neda ruyê min.
A ji wê rojê da ye tu ji min ra bûye mînaka jiyana min û ji wê rojê da ye min biryar da ez bibim mamosteyekî mîna te.
Lê belê ez tiştekî meraq dikim, te çima dû ra jî ne ez ceza kirim, ne jî rojekê te ev mesele da ruyê min?

Mamostê wî got:
-Ji ber ku min jî nizanîbû kê seet diziye.
Gava mamosteyî wî wiha got, mamostê ciwan matmayî ma, got:
- Te çawa nizanîbû, te bi destê xwe seet ji bêrîka min derxist.
Mamostê kenîya, kal got:
-Dema min hûn li ber dîwêr rêz kirin û ji we ra got hemû çavên xwe bigrin, min jî wê hîngê bi we ra çavên xwe girt, min nexwest ez diz nas bikim; ji bo ku nêrîna min li ser wî xwendevanê min neyê guhertin, têkiliya min bi wî ra xera nebe.

Bala xwe bidinê zanîn tiştekî çiqasî xweş, hêja û bi feyde ye. Mamosteyê zana, bi kultur ji dêlî zarokê cahileyek kiriye di sinifê da şermezar û rezîl bike, bi riyeke herî xweş û bi feyde him seet jê girtiye, him jî bi wê kirina xwe zarokek ji riya xerab xelas kiriye, ew kiriye merivekî rind û pak; jê ra bûye tîmsalekî diristiyê.
Yanî dersa em ji vê çîrokê bigirin, meriv kane gelşekê bi şiklekî xerab, bi qîjewîj jî çareser bike, kane bi riyeke maqûl, bêzirar û bi feyde jî hel bike. Ev yek girêdayî zanînê ye. Meriv çiqasî zana be hewqasî bi feyde ye. Lema zanîn, xwendin, ilim û îrfan tim bi feyde ye, riya baş bi ber însên dixîne, însanan ji teşxeleyê dûr dixîne.

NOT:
Min ev mesele di Facebookê da ji devê nivîskar, lêkolîner û akademîsyenê hêja Muzaffer Aykut guhdarî kir. Lînka malpera wî li jêr e:

5 kommentarer:

  1. Pîr xweşik e, gelek spas mamoste.

    SvaraRadera
  2. Sipasxweş. Rast e, çîrokeke manîdar û bi feyde ye.

    SvaraRadera
  3. Siheta we xweş bê mamoste yê hêja û delal slaf û rêz. Bi rasti ji ev mînak gelek xweş û balkêş û watedar e

    SvaraRadera
    Svar
    1. Rast e, çîrokek xweş û bi feyde ye. Xwezî însanan di rastiyê da jî wiha bikirana.

      Radera
    2. Ev çîrok pir xweş û manidar e. Zanîn û hişmendiya mamoste gelekî rind hatiye vegotin.

      Radera