Serî hebin serpêç pir in. Seriyên me jî, serpêçên me jî pir in, lê seriyên me yên xurt, yên xwedî hêz û qewet ne ew kesên meriv tacê bide serî, ne kesê layiqî taca serê xwe ne.
Her yek bûye dost û hevalê dijminekî, dagirkerekî welatê xwe û dijminatiya hev dikin.
Dijmin jî ji bo berjewendiyên xwe bi hostayî bi wan ra xweş dike, bi hin derew merewên vala ew bi xwe va girê dane, nahêlin kurd destên xwe bidin hev û şerê wan bikin.
Ev dijminên xedar bi siyasetê, bi dostiya bi serokên kurdan ra kurd qels û bêhêz kirine.
Vê dostiya bi dagirkerên welatê me ra malik li kurdan wêran kiriye, nahêle kurd yekîtiya xwe çêkin. Gelek fersendên tarîxî ji dest kurdan çûn.Meriv sê kuçikan dide ber hev, bi hev disekinin. Destê bi tenê deng jê nayê. Her kes viya zane. Yanî qewet di yekîtiyê, di tifaqê da ye. Xelk bi tifaqa xwe, bi yekîtiya xwe ji bindesitê xelas bûn, bûn xwedî dewlet. Serokên me jî di bêtifaqiyê da israr dikin.
Bi qasî ji ber dijmin û dagirkerên welatê xwe dadixun, zulma wan dadiqultînin, ji ber hev jî hewqasî daxurana, nuha halê me ne ev hal bû, dijmin ewê nikanîba vê zulmê li me bike.
Ji bo ku em bi hev ketine, em ne li ser hev in ew kanin li hustuyê me siwar bin.
XXX
Seyê gurêx(gurxenêq)serê wî tim di zikê gur da ye. Meleyên Îranê yên celad bûbûn gurên har, rêbirên herêmê. Serê salan e çavsoriyê û serkutiyê li welatên ereb dike. Amerîkayê ew xesandin, kumika wan di nava xwînê da hîşt.
Amerîka seyê gurêxê, ançax ew ji heqê meleyên har derê.
XXX
Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî çûn û hatina Anqerê kirine riya avê, yek dihere, yek tê. Vê carê jî tirkan ban Mesrûr Barzanî kirine. Bi wezîrê karên derve Hakan Fîdan ra, bi Erdogan ra, bi wezîrê parastinê Yaşar Guler ra hevdîtin kiriye.
Mesele çi ye, ji bo çi hewqasî pir diherin Tirkiyê û tên min fêm nakir.
Bi qasî diçin û tên Anqerê, naçin Bexdayê. Tu dibêjî belkî Kurdistana Federe ne girêdayî Îraqê ye, girêdayî Tirkiyê ye. Gelşa avabûna hukûmeta Îraqê û Kurdistanê jî bi erdogan ra nîqaş kiriye. Erdogan bûye wek serokekî Kurdistanê yê veşartî.
Tiştê ez zanim îdareya Titkiyê ya îro xêra kurdan naxwaze, tim gorra me dikolin.
Ev jî beyana Mesrûr Barzanî bi îngilîzî ya di platforma Xê da ye.
Bi hevdîna bi Erdogan ra pir kêfxweş e.
I am pleased to meet with President @RTErdogan
at the Dolmabahçe Palace in Istanbul. We emphasized the importance of strengthening relations between Türkiye and the Kurdistan Region. We also discussed efforts to form a new federal cabinet. We both hoped that the new federal cabinet will promote peace and stability in Iraq, serve all communities without discrimination, and resolve issues between the Kurdistan Region and the federal government on the basis of the Constitution. On the peace process and the disarmament of the PKK, I reiterated my support for the process, and we stressed the importance of continuing the efforts to ensure its success and completion.
I had a productive meeting with Foreign Minister @HakanFidan
on the developments affecting the region. We also discussed the ongoing efforts to form the new federal cabinet in Iraq. We further emphasized the importance of implementing the Development Road project and connecting the Gulf countries, Iraq, and the Kurdistan Region with Türkiye and Europe through a railway network.
Mamoste ez nuha bi otobusê di Wêranşar'ê re derbas bûm, silavên hemşehrîyên te ji te re raber dikim. Bimîne di xweşîyê da..
SvaraRaderaGelek sipas. Bi vê surprîza te pir kêfxweş bûm, dilê min şa kir. Mala te ava be.
SvaraRadera