Min ev parvekirin ji malpera ”Kadim tarih Bitlis Namayê” ya platforma X´ê girt.
Rûpel tercumeyî tirkî bûbû, min ji tirkî wergerand kurmancî.
Di rojnameyeke karîkatorî ya fransî da kurd
1187: Eyyubî
Hukumdarî Misrê û Sûriyê Selehedînê Kurd Qudsê ji Xaçparêzan digre, xanedaniya
xwe ava dike.
1514: Îdrîsê Bedlîsî gelek mîrên xwedî hêz top dike bi Şahê Fars (Îranê) û bi Sultanê Osmanî ra
hevdîtinan dike.
1597: Mîrê Bedlîsê Şerefxan, tarîxa miletê xwe dinivîsîne,
dibe kesê pêşî yê tarîxa kurdan dinivîsîne.
1692: Ehmedê Xanî, destana epîk ya peşî ya kurdan Mem û Zînê
dinivîsîne
1847: Mîr Bortan Mîr Bedirxan, hewil dide yekîtiya eşîrên
kurdan çêke, lê Sultan nahêle ev xebat û hewildana wî here serî.
1879–1880: Şêx Ubeydulahê Nehrî, piştî yekîtiya hin eşîrên
kurd li hemberî Osmanîyan û Farisan(Îranê) serîhildanekê dide destpêkirin.
1898: Mîthat Bedirxanê ji malbateke esîlzade ye rojnameya
kurdî ya pêşî li Qahîrê derdixîne
Hunermendê hunerên bedew Jochen Gerner
Mamoste ez wer xuya ye kû te cumleya dawîya nivîsa xwe jibîrkiriye kû tu jê rake(ji ber kû bi tirkî ye). Min xwest kû ez haya te jê çê bikim.
SvaraRaderaWey mala te hezar carî ava be te ez jê haydar kirim. Baş e ku ew rêza tirkî rojekê di bloga min da nema.
RaderaTirk li meclîsa xwe kurdî yasax dikin, ez jî li vir tirkî yasax dikim. 18 sal in ne min bi tirkî rêzek nivîsîye, ne jî min hîştiye kes binivîsîne. Dûro bi nûro !