26 augusti 2025

Dibê em ji bîr nekin ji hesinê pîs şûrê baş çênabe


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Melazgirê dîsa serê ço û devê tivingê nîşanî kurdan daye, gotiye:

”Yên berê xwe bidin Şamê û Enqerê ewê bi ser kevin, yên li gorî hiqûqa biratî û cîrantiyê tevbigerin ewê bi ser kevin. Yên rêya xwe şaş bikin û li patronên biyanî bigerin, di dawiyê da ewê winda bikin."
Dûra jî devê şûr nîşan daye, gotiye:

”Ez dubare dikim, şûr ji kalanê xwe bikşe cih ji qelemê û gotinê ra namîne…”

Yanî ya hûnê bi ya me bikin, bindestîya me qebûl bikin, ya jî emê şûr ji kalên bikşînin û serê we bifirînin.

Me ev fort û gefên te gelek caran bihîstiye. Jixwe şûrê we li hemberî me tu carî ne di kalên da bûye, tim kişyayî û li ser serê me li ba bûye.

Lê em tu carî ji şûrê we netirsiyan e û me serî netewandiye. Hûn bêminet in. Jixwe em zanin çi xerabî ji destê we bê hûn texsîr û derax nakin, hûnê bikin.

Gelek kurd hêvîyeke mezin ji ”pêvajoya nuh”, ji demagojiyên Erdogan-Bahçelî dikin.

Ez bi xwe tu hêvîyekê jê nakim, bawer nakim ji van kesan karekî baş sadir bibe.

Kesên nehêlin di civîna komîsyona pêvajoyê da jineka kurd du gotinan bi kurdî bibêje nehatina guhertin, dev ji neyartiya kurdan bernedane.

Û kesên wiha çi derewan li hev ragirin, sed û yek komîsyonan ava bikin jî tu mafî nadin kurdan. Ji hesinê pîs şûrê baş çênabe.
Hêvî dikim texmîna min şaş be.

2 kommentarer:

  1. Ye heta duh firinen nana ,sentrale eletrikan,depoyen zad u zewiyan li rojawa bombebaran dikir u dişewitand u bi dironan xelke sivil dikijtin bila neben kurd we bi wan iman bikin . Dereve ku dikin ew ji inan nakin.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Him virên bi boçik dikin, him jî pê ra jî gefên mezin li kurdan dixun, dibêjin heger "şûr ji kalan bikşe êdî veger tune, emê serê we bifirînin." Dijminê bavan nabin dost û hevalên lawan.
      Kurmê şîrî heta pîrî.

      Radera