Eda Mahdo ya wêranşarî wek fîlozofekê, wek sosyologekê tahlîl û analîza serdema
me, tarîxa me, rewşa me kurdan dike.
Li ser tarîxa me ya nêz, li ser urf û adetên me yên wendabûyî gelek tiştên
muhîm dibêje.
Vîdeoyeke pir û pir hêja ye, bi ya min dibê fîlozofên me, sosyologên
me, zanayên me guh bidin gotinên Eda Mahdo xanimê û analîzan li ser bikin.
Ez bûm heyranê gotinên wê, tahlîlên wê. Edê xanim ne tenê
sitranbêjeke mezin e, di eynî wextê da jineka zana, bi kultur û civaknaseka
hêja ye jî.
Ji axaftina wê çend gotinên wê:
-Kalbûn û pîrbûn çepel e, ker û kûçikan pê da kele kel e.
-Ê bavo ruh şêrîn e. Tu sed salî li dinê bi, bi zêr û zîv
xennê bi, şevekê meriyê mîvanê bêmirada qebrê bi.
Qebra tarî mala me ye, Mendo megrî hez û girî nafîle ye,
qebra reş û tarî mala me ye.
Videoya EdêVideoya Edê
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar