11 juni 2024

Şermîn Cemîl Paşa xanimê îro wefat kir


Xanima Wecdîyê Cemîl Paşa, Şermîn Cemîl Paşa xanimê di 98 saliya xwe da îro li Amedê wefat kir.

Şermîn xanim di sala 1926´a da li Amedê hatiye dinê, li Amedê dest bi dibistana seretayî(destplkê)kiriye.

Sala 1933´a bavê wê Ahmed Cemîl Paşa cara duduya sirgûnê Luleburgazê kirine. Dibistana seretayî li wir qedandiye.

Şermîn xanim desînatora modeyê yanî modecîya kurdan û Tirkiyê ya pêşî ye. Bi sedan desen ji miletê xwe ra li pey xwe hîşt, îro koçî gerdûneke din kir.

Serê miletê kurd sax be, gorra wê bihuşt be.
Îsal di orta meha gulanê da ez û xanima xwe, em çûn Qesra Cemîl Paşa. Modelên, desenên Şermîn xanimê xêz kiribûn bala min kişand. Me gelkî bala xwe dayê.

Hetanî wê çaxê min nizanîbû Şermîn xanim desînator e. Desenên pir xweşik çêkiribûn.
Lê wa ye desînatora kurdan û Tirkiyê ya pêşî bûye.
Lê di eynî wextê da şair bûye jî, bi kurdî û tirkî gelek şiîr nivîsîne.

Qesra bav û kalên wê tê da jiyane, qesra zaroktiya wê tê da derbas bûye nuha muze ye.


Dema meriv li qesrê digere meriv bi xemgînê wan rojan, debdebe û îhtîşama rojên borî tîne ber çavên xwe.

Welatê wê, bajarê wê, mal û milkên wê gişk ketin bin destê dewleta tirk. Malbata Cemîl Paşa, ew malbata mezin bi çol û çepelan xistin.

Şermîn Cemîl Paşa dayîka pênc zarokan bû: Ferda, Ferîd, Zîzan,

Reşîd û Cimşîd.

Cenazeyê Şermîn xanimê li Goristana Deriyê Mêrdînê hat veşartin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE