11 juni 2024

Hesp terqiya ker û kûçikên bi dorê kevin

Li başûrê Kurdistanê hin êzdî rabûne dibêjin em ne kurd in, dixwazin hukûmeta Îraqê wan wek miletekî cihê qebûl bike.

Hin ereb û Tirkiye li pişt vê vêsadiyê ne, dixwazin kurdan perçe, Kurdistanê jî biçûk bikin.

Hin zaza jî dibêjin em ne kurd in, em zaza ne, zaza miletekî cihê ye.

Herdu alî jî têra xwe alîgiran dibînin. Tiliya te kul be her kesê dermanekî lêke. Hesp terqiya ker û kûçikên bi dorê kevin.

Em kurd bûne wek keriyê gur vêkeve, gurên devbixwîn tim me dixun. Keriyê bêşivan û bêkûçik gur jê natirsin, bêtirs êrîş dikinê.

Îro kurdbûn bûye talûkeyek mezin, yên dibêjin em kurd in û doza azadî û serxwebûna kurdan dikin li her çar perçên Kurdistanê jî di devê topê da, di bin êrîşeke mezin da ne.

Ji bo ku êrîşê ji ser xwe dagerînin hin kes dibêjin em ne kurd in. Dewlet jî piştgiriyê dide vê derewê, vê perçebûnê.

Dibê êzdî û zazayên dibêjin em ne kurd in baş bizanibin roja ew ji kurdan veqetin ewê ji guran ra bibin nêçîrek pir rehet, garantiya hebûna wan girêdayî kurdan û azadiya kurda ye. 

Ancax kurd kanin wan biparêzin. 

Li gel hemû gelşan û hin bûyerên nexweş jî hebûna wan a hetanî nuha di nava kurdan da mimkûn bûye. Mîha ji kerî veqete nêçîra gur û hirça ye.

XXX

Welatê meriv xwe lê azad his neke, newêribe navê welatê xwe di nava miletê wî da bibêje, newêribe semboleke netewî bi xwe ve ke, meriv ji bo kêf û seyahetê naçe wî welatî, naçe nav wî miletî.

Kurd li Tirkiyê, li ba tirkan newêrin bibêjin em ji Kurdistanê ne, lê dîsa diherin wir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE