Xanim li hewşê pela ji dara mêwê(ji dara tirî) dike. Min dest pê kir, lê bi karê min nehat serî, got tu nizanî baş top bikî, ev karê min e.
Ez neketim gewriya wê, min jê ra hîşt. Ez fêm nakim çi
hosteyiya topkirina pela heye? Pel e, meriv ji darê dike.
Em bi pelên dara xwe xenê bûne, êdî em pelên salamûra
nakirin, pelên me organîk in, ji malê ye.
Em dost û hevalan jî jê mahrûm, bêpar nahêlin. Gava hebe meriv kane comerdiyê jî bike.
Reçela me ya giryazan jî ji malê ye. Îsal baş girtiye,
dawiya havînê emê çend şûşe reçel çêkin.
Îro hewa qet ne xweş e, ewr e û sar e. Ez dikim herim gerra
xwe bikim, xanimê got karê wê heye, ewê neyê.
Ev çend roj in baranê venekiriye, bîstekê nabênê didê, dûra
dîsa dibêje xuş. Do û pêr jî wisa. Erd têr bûye lê ezman nasekine.
XXX
Îro ne roja meş û gerê ye, emê herin bajêr, li dikanan
bigerin. Pêşniyar a xanimê ye. Ji zûda ye em neçûne bajêr, li centrûman
negerîyan e.
Xanimê bîriya gerra dikanan kiriye. Emê diyariyekê ji lawikê
xwe Azad ra jî bikirin. Di 19ê mehê da emê herin Lundê.
XXX
Li Stockholmê ezman qelişî, ne îşê baranê ye, bi kûzan tê
xwarê. Ez bawer dikim li gelek derena ewê lehî rabe. Mala me li ser girekî ye,
tiştek bi me nayê.
Tenê em nikanin gerra xwe bikin. Rojekê em ji gerra xwe
bimînin tişt nabe.
Do ez bi xweha xwe ra peyivîm, got Wêranşar dişewite, belkî
40 derece ye.
2024-06-10
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar