05 juni 2024

Pirsek û bersîva wê

Di platforma X´ê da Weysî Aslanê hêja ji min pirsiye:

-Silav Mamoste, qet tu fikiriye gelo çima keç û xortên ciwan ji te hez dikin?

Pirseke muhîm e, bersîva min ji vê pirsê ra ev e:

Piştî gerr û seyaheta xwe ya Kurdistanê li ser vê yekê pir fikirîm.

Çiqasî rast e, çiqasî ne rast e ez nizanim, ez bi du tiştan va girê didim: 

Yek jê, ez ya dilê wan dibêjim.

Ya din jî ez ne merivê, ne mirîdî, ne dijminê tu serokî, tu partiyê me.

Belkî tesîra retorîka min, kurmancîya min jî heye. Kêfa ciwan ji zimanê min ra, ji sitîla min rat ê.

Lê ya rast dibê ew, yanî ciwan bersîva vê pirsê bidin. Çimkî sebebê wê ji min bêtir ew zanin.

XXX

Havîn tam hat Stockholmê, 20 derece germ e, rûniştina li hewşê, li ber siyê pir xweş e, bayekî honik tê, meriv li ber di xew ra dihere.

Xanim nuh ji xew rabû, dike xurîniya xwe bike. Bîstek din ezê qahwake kurdî çêkim.

Havîn meriv tembel dike, naxwaze here hundur, li ber kompîtorê rûne, bike şeqeşeq.

Carnan bînvedan, ”tembelî” jî lazim e…

Dara me ya giryazê û ya sêvê îsal pir girtine, herdu jî dikin di bin bar û xemlên xwe da bişkên. Tu salê hewqas negirtine, qey îsal sala wan e.


XXX

Dadgeha tiroviro ya Colemêrgê bi lez 19 sal û 6 meh cezayê êsîrmayinê daye serokê belediya Colemêrgê Sidîq Akiş.

Ev ceza kîn û nefreta wan, derca neyartiya wan a bi miletê kurd ra nîşan dide.

Hakimê qûqla emrê jê ra ji jor hatiye bi cî aniye. Lema di celsa pêşî da 19 sal û 6 meh ceza li Sidîq Akiş biriye.

Dadgehên Tirkiyê bûne dezgehên qeşmeriyê. Ji bo dewletekê, ji bo miletekî dadgehên wiha şerm e, rûreşî ye. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE