14 juni 2024

Hêzên çep totikvala ne

Heger meriv ne bêhêş be, ne totikvala be, ne dîn û rentele be alîkariyê bi kesên li dijî dînê xwe ra, li dijî kultur,urf û adetên xwe ra, li dijî şiklê jiyana xwe ra nake.

Çepên ewrûpî totikvala ne, dîn in, heta ehmeq in. Çimkî vê dînîtiyê dikin, dibin hevalê dijminê xwe, pişgiriyê bi kesên, bi hêzên neyarên hebûna xwe ra dikin.

Hamas, hêzên îslamî, piraniya filistîniyan dijminê her tiştê kesên çep û ewrûpî ne, her tiştê hêzên çep û ewrûpî baş, wek heq dibînin, hêzên îslamî, filistînî heram û pîs dibînin, dixwazin şerîetê, îslamîyetê di dewsa wan da îqame bikin.

Hêzên çep vê rastiya Hamasê, filistîniyan, hêzên îslamî ji nedî va tên û xwe dikin leşkerên Hamasê û hêzên îslamî.

Li Amedê HUDAPAR danskirinê wek bêexlaqiyê, wek bênamûsiyê dibîne û êrîşî xelkê dikin. Yanî hêzên îslamî qebûl nakin însan kincên kin li xwe kin, vexun, dans û kêf bikin. 

Tu ferqa HAMAS´ê û Hudaparê tuneye, serokên Hudaparê suxteyên Hamasê ne.
Lê hêzên çep bi HUDAPAR´ê ra piştgiriyê didin Hamasê. Ma ev ne dînîtî ye?

Meriv ne dîn û ehmeq be, meriv alîkariya kesên li dijî xwe, li dijî kultur û şiklê jiyana xwe nake.
Hêzên çep vê dînîtiyê dikin.
Hêzên çep bi destên xwe gorra xwe dikolin.

Helbet îslamîyên kurd ên welatparêz, demokrat jî hene, ew li derveyî van îslamiyên radîkal, Daîşî ne.

XXX

Terefdarên HUDAPAR´ê do êvarî li Amedê, li Tema Parkê kom bûn, tekbîr anîn û lê nimêj kirin.

Du roj berê li wê parkê êrîşî kesên dans dikirin kiribûn.

Cîgirê Hudaparê yê Amedê Yahya Ugraş di axaftina xwe da gef li kesên wek wan nafikirin xwar. Axaftineke pir talûke kir.

Diyar e Hudapar neguherîye, hîn Hizbullaha berê ye.

Tiştê Hudapar dike pir şaş e, pir talûke ye. Amed û parkên Amedê ne mala Hudaparê ye, kes ne mecbûr e wek Hudaparê bijî, wek wan fanatîk be.

Per bi Hudaparê ve hatiye, bi piştgiriya dewletê xelkê terorîze dikin, ev ne rast e, dibê dev ji zorbatiya xwe berde.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE