18 juli 2023

Kurmancî di destê kurdan da perîşan bûye

Kurmancî di destê hin kesan da ketiye êlemanê, bûye wek lîstoka zarokan, ji xwe ra pê dilîzin.

Navê meqesê kirine "cawbir", ji ber ku meqes bi erebî ye gerek were guhertin.
Xanimek mîkrofonê dide ber devê kalekî 70-80 salî, dibêje:
-Navê meqesê bi kurdî çi ye?

Kalo dibêje navê meqesê meqes e.
Xanim qebûl nake. Kalo dibêje wele ji roja ez xuliqî me bi kurmancî em dibêjin meqes.
Xanim pê nayê serî, dibêje bi kurdî navê wê ne meqes e. Dixwaze kalo bibêje "cawbir".
Kalo ji mesûlekî partiyekê dipirse, dibêje:
-Ma navê meqesî bi kurmancî çi ye lo?
Feqîrê siyasetmedar jî nizane. Li ser vê, kalo ji keçikê ra dibêje:
-Wa ye berpirsê partiyê nizane, ma ezê çawa bizanibim?

Merivê nezan pir cesûr e, kane her dînîtiyê bike. Ji vê xanimê wetnê ew tiştekî baş dike. Bi kurmancîya xelkê henekê xwe dike, dibêje hûn bi kurmancî nizanin.

Lê ne sûcê wê ye, ev xeta xwar ya hin gayên pîr in.
Hin kurd ji meqesê ra bibêjin "cawbir" jî meriv pirseke wiha ji xelkê nake. Ev pirs, tê maneya yên dibêjin meqes bi kurmancî nizanin, dibê nebêjin meqes, bibêjin "cawbir".

Ma meqes caw tenê dibire?

Meqes haceteke birrînê ye, sed tişt pê tên birrîn, ne caw tenê.

Kurdên rojava û behdînî kurmancî kirine gêrmiya gavanan, kalê 70-80 salî jî êdî navê meqes nizane.

Dibê meriv wiha neke, hewqasî bi zimanê xwe nelîze. Dibê meriv bi mesûlîyet hereket bike.
Ne rast e, tiştê hûn dikin zirareke mezin dide zimên û psîkolojiya mirovan.
Gava hûn navên berradayî, pêkenok li hacetan, li tiştan dikin, hûn zirareke mezin didin kurmancî kurdan.
Kurd ji zimanê xwe sar dibin, dibêjin belkî bi zimanê xwe nizanin.

Hinek dibêjin efendim  ”cawbir” li hin bajarant tê bikaranî. Mimkûn e, yekî çêkiribe û di nivîsên xwe da belav kiribe û milet bihîstibe.
Lê ez bawer nakim zêde kevn be. Gotinên çêkirî ne îro, 30-40 sal berê jî hin kesan çêkirine, li hin herêman hatine bihîstin.

Di hawarê da jî miheqeq hin gotinên nuh, çêkirî hene.

"Cawbir" dewsa meqesê nagire.

Ya din, meqes caw tenê nabire. Haceteke gelek tişt pê tên birrîn.

Heger em navê meqesê bikin "cawbir", navê meqesa por ewê çi be?

Qey emê navê wê jî bikin "porbir?"

Navê meqesa nenûkan ewê çi be?
Qey emê navê wê jî bikin "nenûkbir!"

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE