14 april 2023

Xêra rojiyê

Silo rojî digirt, lê hetanî fitarê ji nav nivîna ranedibû, wer raketîbû. Xanima wî jê ra got:

-Bi navê Xwedê rojiya te qebûl nabe, tu hetanî fitarê werî raketîye. Hela here ji mele bipirse, bê ew çi dibêje ?

Silo çû ba mele, mesela xwe jê ra got. Mele hinekî fikirî, got:

-Silo, wele heger tu rojiyê bi xewê bidî girtin xêra wê jî tu yê di xewna xwe da bibînî.

 

Çima zîl zû lê dikeve?

Mamoste ji xwendekarê xwe pirsî:

-Çima her tim tu dereng dimînî, pîştî zîl lêdide tu tê?.

-Tu rast dibêjî mamoste. Lê tu bi qederê Xwedê dikî hela ka ji min ra bêje, çima her tim berî ez werim zîl lê dikeve?


Aliyê din

Mêrik her roj ji halê xwe gazin dikir, digot xwezî Xwedê ruhê min bigirta ez ji vî halî, ji vî ezabî xelas bibûma.

Rojekê xanima wî jê ra got:

-Tu dibêjî qey li aliyê din tesîsên turîstîk hene, tu yê herî li otêleke 5 sitêrk ji xwe ra rehet bikî ne were !

Îsal nikane were

Yekî ji hevalê xwe ra got:

-Du rojên din bi xêr Remezan tê, emê bi rojî bin, wek nuha nikanibin bixun û vexwun.

Hevalê wî got:

-Salê çûnî(par) min ew xwar, îsal nikane were ba min.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE