26 februari 2023

Di xewnê da çûm nimêja îniyê

Ez îşev di xewna xewe da bûbûm sofî û çûbûm nimêja îniyê. Cimat pir bû, cî teng bû. Min xwîdan da û îşligê(gomlegê) xwe ji xwe danî, da pêş xwe.

Ez çend caran rabûm qametê û sujde bûm, cimat hêdî hêdî ferikî. Min hew dît îşligê min tune ye. Vir da, wê da lê geriyam min nedît, îşligê minî nuh û top li ber çavê min beta kirin, ji min dizîn. Ez mam bi tena atlêt va...

Ez bawer dikim qondera min jî dizîbûn, lê ez bi xwe hesiyam, min neçû bala xwe neda qonderê. Yên îşlig bidizin ewê qonderê(solê)jî bidizin.

Lê tobe be, careke din ne diçim mizgeftê û ne jî nimêja îniyê dikim.

XXX
Di hin vîdeoyên li ser erdhejê da dema ez li tirkiya jinên diyarbekrî gudarî dikim devê min çeloxwarî dibe. Ji hêrsa kelogirî dibim.

Bi çavên serê xwe dibînim kurd çawa bûne tirk?

Nizanim bi kê da biqeherim, bi kê da biteqim?
Sûcdar kî be jî em hêdî hêdî diqelihin, tirkiya jinên diyarbekrî îspata vê yekê ye
Dîmenên wiha min pir bêhêvî dikin.
Gava meriv bizanibe em roj bi roj dihelin, dibin tirk pir zor e…

XXX

Aliyê kompîtoran yê herî ne xweş tenê kanin bibêjin ERÊ ya jî NA, lê tu carî nabêjin BELKÎ, ya jî ne nuha, bîstek din.
Di cî da ya dibêjin ERÊ, ya jî NA.
Hosteyên ev makîneyên harîqe çêkirine çima ev fonksîyon jî lê zêde nekirine min fêm nekir.
Karekî ya dikin, ya nakin, naxwaze zêde serê xwe biêşînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE