26 februari 2023

Bîranînên Cigerxwîn û kurd çima nebûn xwedî dewlet?

Ev demek bû min bîranînên Cigerxwîn (Jînenîgariya min) dixwend. Min wê rojê qedand. Min hin not girtibûn ji bo ku çend gotinan li ser binivîsînim.

Min dest pê kir çend rêz nivîsîn, lê di eynî rojê da erdheja duduya çêbû.
Min dev jê ber da, bala min belav bû. Hişê min, bala min çû ser trajediya erdhejê.

Lema min nuha dev ji nivîsê berda, hîşt rojeke din. Ji dêlî wê, ez kitêba Necat Zivingî ”Stêrkên Edebîyata Kurdî” dixwînim. Ew jî kitêbek muhteşem e.

Di bîranînên Cigerxwîn da tiştek pir eşkere xuya dike, kurd li Binya Xetê, li rojavayê Kurdistanê bûbûn xwedî dewlet, lê wan bi xwe nexwestine. 

Heger bixwestana kanîbûn ji ereban veqetin û Kurdistaneka serbixwe, ya jî federasyoneke bi xiristiyanan ra ava bikirana. 

Lê pirnaiya kurdan bindestiya ereban û tirkan ji dewleteke hevalê Fransa baştir dîtine.

Hin eşîrên wan bûne hevalên ereban, hinekên wan bûne hevalên tirkan û şerê çend kurdên kurdperwer, serxwebûnxwaz kirine.

Bi tivingeke artêşa tirk, bi çend quriş pere bûne hevalên tirkan û şerê fransizan û kurdên serxwebûnxwaz kirine. Cigerxwîn dibêje:
-Leşkerên tirk hin tivingên enextar diyarî didane mezin û axayên kurd û li ser qundaxa wan pi tîpên tirkiya kevnare bi zîv nivîsîbûn ”Turkîye ordusu yadîgari.” (Jînenegariya min. Rûpel 142)
Li hemberî vê tivingê bi mezinên kurdan beyanek didane îmzekirin, digotin ew ”ew serxwebûna Kurdistanê naxwazin, naxwazin ji birayên xwe yên tirk veqetin.”
(Jînenegariya min. Rûpel 142)

Yanî kurdan dîn, îslamîyet di ser kurdbûnê û dewleteke kurdî ra girtine, li hemberî tirkan û ereban hevaltiya fransizan wek ”gawiriyê”, wek derketina ji Îslamîyetê dîtine.

Lema jî êrîşî fransizan, xiristiyanên hevalên Fransayê û çend kurdên welatparêz kirine, Amûd şewitandine.

Dibê lêkolîner û dîrokzan miheqeq Jînenegarîya Cigerxwîn bixwînin. Agahiyên, şahidiyên pir ecêb tê da hene.

Meriv baş dibîne kurdan wê demê bi israr veqetandina ji ereban red kirine, serxwebûn, dewleteke kurdî nexwestine û hevaltiya dijmin kirine.

Li alieykî piraniya eşîrên kurd nexwestine ji birayên xwe yên ”misilman”, ji ereb û tirkan veqetin, li aliyê din jî serokên kurd gişan neyartiya hev kirine, tu carî serokên kurdan, mezinên kurdan yên wê demê li hev nekirine, wek ereb û tirkan bi hev ra hereket nekirine, gişan neyartiya hev kirine.

Piştî têkçûna Serîhildana Şêx Seîd, serokên serîhildanê û yên Tevgera Azadiyê giş li rojavayê Kurdistanê kom bûne, lê ne li hev kirine, ne jî kanîbûne milet bidin dû xwe û serxwebûna xwe ji Fransayê bixwazin.

Çarnan hatine ba hev, çend rojan bûne dostên hev, lê dûra dîsa bi hev ketine. Mala Cemîl Paşa, mala Bedirxan, mala Haco Axa û gelek axa û serokeşîrên din giş bi hev ketine, yekî serokatiya yekî qebûl nekiriye.

Piştî 1930î Tirkiyê hin efû derxistine, ferdên malbata Şêx Seîd û hin kesên din çûne teslîmî Tirkiyê bûne, yên mane jî yekîtiya xwe çênekirine.

Fransizan, dûra jî îngilizan bala xwe danê ji kurdan tişte dernakeve, kurd nabin yek, tim şerê wan dikin, wan jî dev ji kurdan berdane û Kurdistana Rojava dane ereban, bûne hevalên tirkan.

Li Kurdistana Başûr jî ji ber eynî bêtifaqiyê kurd nebûne xwedî dewlet, ketin bindestê ereban.

Ji ber ku tirk jî misilman in ereban tu carî bi çavê ”biratiyê” li tirkan nenêrîne û bindestiya wan qebûl nekirine, tim xwestine tirkan ji welatê xwe derxînin û ew xwe îdare bikin.

Lê kurdan tim dîn, îslamîyet di ser qewmîyeta xwe ra, di ser kurdayetiyê ra dîtine, lema jî tirk û ereban ji welatê xwe derxînin.

Piraniya eşîrên kurdan, malmezinên kurdan şerê li hemberî birayên xwe yên misilman wek xiyanetê dîtine, ji bo wê jî nebûne hevalên kurdên serxwebûnxwaz, bi tirk û ereban ra şerê wan kirine.

Di bîranînên Cigerxwîn da ev yek pir zelal e. Cigerxwîn dibêje, ”Kîkan, Milan, Deqoriyan, Xelecan” û gelek şexs û eşîrên din bi ereban ra bûn.

Yanî piraniya kurdan ji fransiz û îngilîzan ra digotin ew misilman in û naxwazin ji birayên xwe yên misilman veqetin.

Lê ereban wiha nedigotin, ereban digotin ew dixwazin tirkan ji welatê xwe derxin û dibê kurd jî nebin xwedî dewleteke serbixwe, çimkî kurd hîn negihîştine wê qonaxê.

Ji bo hûn kurdan baştir nas bikin bîranînên Cigerxwîn miheqeq bixwînin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE