25 februari 2023

Îro rojeka bi dilê me bû

Ez û xanim îro dereng derketin meşa xwe ya rojane, him mîvanekî me yê pir ezîz hebû, him jî lawikê me yê biçûk hatibû serdana me.
Mîvanê me yê ezîz Xurşîd Kaplan bû. Bi hatina xwe, bi diyariya ji min ra anî em pir kêfxweş kirin.

Em saet li dora 14.00a ji mal derketin, em li dora 5 km meşiyan. Çaxa berf li erdê be û 5-6 derece jî sar be meş xweş e, hawirdor, xweza sipîboz e, berfa sipî diçirûse, çûle dide...

Hewa pir sar bû, erd bûbû bizmar, lê me tedbîra xwe girtibû, me binikê xwe yê bizmarî xistibû nigê xwe, em serbet dimeşiyan.

Kes li derve tunebû. Em rastî pîrekê tenê hatin. Me û pîrê silav da hev, em li hev sekinîn. Xanimê got dinya pir sar e. Pîrê keniya, got:

-Ez ji bakurê Swêd im, ev serma ji bo min ne tu serma ye, ez fêrî 20-30 dereca binê sifirê bûme.

Me got wele helal be ji te ra. Me meşa xwe zêde dirêj nekir, me bi lez xwe gîhand malê.

XXX

Li Diyarbekrê berpirsiyarên dewletê nahêle xelk malên xwe ji xaniyên di erdhejê da zirar dîtine, terk lê ketine derxînin. Xaniyan tev malan huldişînin. Zulmeke mezin e. Dibê riyeke din bihata dîtin.

Ev jî erdheje din e. Ji bo xwediyên wan malan temaşekirina li vê tarejediyê pir zor e.

XXX

Vêsê min dîsa bi tirs pê li bişkoka kompîtora xwe kir, axirê serî li min negerand zû vebû.

Bi dilekî mişt tirs di twîtterê da min bala xwe da xeberan. Şikir erdhejeke din çênebûye, belake din a mezin nehatiye serê kurdan.

Lê xebereke meriv kêfxweş bike jî bi ber çavê min neket. Ez li dû xebereke xêrê me, lê ew jî bûye tûtya, qet riya xwe bi me kurdan naxe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE