27 februari 2023

Li ser nefreta ji zimanê kurdî

Jineka bi navê Melîs Yildiz, li Wanê abûqat e, do di twitteka xwe da aciziya xwe ya li dijî zimanê kurdî daye der, gotiye:

”Li ba min gava bi kurdî dipeyivin ez pir aciz dibim. Wek meriv li ba yekî bi kurtepistî başgotiniya wî bike bêhurmetî ye.”
Bêtehamuliya, acizbûna ji zimanekî meriv pê nizane ne normal e, irqçîtî ye, nexweşiyeke psîkolojîk e.
Di nav tirkan da xerab, irqçî pir in, lê ev jinik xeraba ji xeraban jî xerabtir e.

Piştî gelek rexneyên giran, Melîs Yildizê di twîtteke xwe ya din da tiştekî pir balkêş îfşa kiriye, gotiye:

”Nêzî du sala ye ez bi tuxtorekî kurdê hekarî ra zewicîme, ez li Wanê dimînim û abûqatiyê dikim. Û ev demeke ez hewil didim kurdî fêr bibim.”

Bi baweriya min ev îfşa, yanî zewaca kurdekî bi jineka wiha ra ji irqçîtiya jinikê xerabtir e.

Tuxtorekî kurd, ji Culemêrgê bi jineka hewqasî ji zimanê wî nefret dike ra zewicî ye. 

Ev yek bi serê xwe hêjayî lêkolîneke psîkolojîk e. Kurdek çawa kane bi jineka ji zimanê wî hewqasî nefret dike ra bizewice?

Kurdên wiha pir in, ji bo ku bi tirkekê ra bizewicin dev ji şexsîyet û nasnameya xwe ya netewî berdidin û irqçêtiya wan dadiqultînin.

Meriv xwedç şexsîyet be, ji qewmê xwe, ji zimanê xwe hez bike bi jineka wiha ra nazewice. 

Lê kurdên wiha pir in, kurdên ji bo keçeka tirk dev ji zimanê xwe, dev ji eslê xwe berde û bibe tirk û zarokên xwe jî bikin tirk pir in.

Lema jî Melîs Yildiz li Wanê diwêre twîtteke wiha binivîsîne.

Kurdekî zaza jî jinik parastiye, gotiye ”dema em bi zazakî dipeyivin hevalên kurmancî aciz dibin.”

Bi baweriya min derew e û dezînformasyon e. Lê heger bi rastî jî kurmancek ji axaftina zazakî aciz bibe ew jî irqçîtî ye. Dibê meriv bi kesên wiha ra hevaltiyê neke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE