27 september 2022

Çend rêz ji bîranînên min -248-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-09-27
Rojnameya Kurdistan Pressê jimara 1ê îro ket destê min. Di 24ê mehê da derketiye. Sernivîsa wê, ”Zilm û zordariya tirkan dom dike” ye.
Berî derkeve hevalên wan digotin ewê 24 rûpel be, lê 16 rûpel e. Jimara pêşî ye lê ne xerab e, roportaj hene. Roportaj baş in, lê nabe rojname giş roportaj be. Wê demê dibe kovar.

Di beşê kurmancî da bi Mesûd Barzanî, Nûreddîn Zaza, PASOK(Partî Sosyalîstî Kurdistan), Şîrîna sitranbêj, hevpeyvîn hene.
Nivîseke Têmûrê Xelîl Mûradof li ser kurdên Qazaxistanê û Helîma Emo heye.
Tiştên baş tê da hene.

Rojname xurrî ne kurdî ye, tirkî û kurdî ye. Beşê tirkî xurttir e.
Lê li alî din hîn destpêk e, hêdî hêdî ewê fêr bibin, nivîskar û xeber jî ewê zêde bibin.
Problem kadirên wan kêm in, çend hevalên Rizgarîyê ne, ew jî ne rojnamevan in.

XXX
1992-09-27

Şêrko Bêkes li ABFê(Yekîtîya Karkeran a Perwedeyê)li ser rewşa kurdan û Kurdistanê, gelşên di nabêna partiyên kurd da semînerek înformatîf da.

Bi baweriya min nexwest zêde pesimîst be, moralê xelkê xera bike. Lê xîtabeta wî pir bi tesîr bû.

Ehmed Husênî jî hatibû semînrê. Me li halê hev pirsî. Got serê mehê ezê mala xwe bînim Stockholmê.

Ez, Selîm Bakac, Keya Îzol, Mahmûd Kîper û Vîldan Tanrikulu bi hev ra çûn serxweşiya Eyûb Alacabeg. Bavê wî çûye rahmetê.

Eyûb çendakî berê çûbû başûrê Kurdistanê, nuh hatiye. Jim e ra dûr û dirêj qala çavdêriyên xwe kir. Qala dîtinên xwe yên li ser Hevgirtinê, PDKê, Yekbûnê û KUKê kir. Got ez tevî Hevgirtin-PDKê nabim. Heger herdu aliyên KUKê, Yekbûn bibana yek ewê jî tevî wan biba û bi hev ra partiyek ava bikirana.

PKKê îro got gerîla 17 leşker milîsên gundan kuştine, gelek jî birîndar in. Ne xema Tirkiyê ye, bi kuştinê leşkerên Tirkiyê naqedin. 

XXX
1996-09 27

Talîbanan îro paytexta Afganîstanê Kabûl girtin. Serokê Afganîstanê yê berê Necîbullah û birayê wî tavilê bi darda kirin. 
Do Talîban ketibûn nava Kabûlê. Ahmed Şah Mesûd, Burhaneddîn Rabbanî û Gulbeddîn Hîkmetyar ji bajêr reviyan.
Dibêjin Şah Mesûd Xwestiye Necîbullah jî bi wan ra bajêr biterikîne lê Necîbullah qebûl nekiriye, di avahiya Neteweyên Yekbûyî da maye.
Talîbanan îro ew û birayê wî bi wahşeteke mezin li kêleka hev bi darda kirin.
Gunehê min pir pê hat, kezaba min şewitî. Welatê xwe neterikand, wer bawer dikir ewê wî nekujin, lê texmîna wî şaş derket. Kezeba min şewitî.
 
XXX
1999-09-27

PKDWê(Parlamentoya kurd aa li dervî welat) îro xwe fesh kir û tevî Kongra Netewî ya Kurdistanê bû.

Do kongra wan hebû. Berî civînê hin sînyal hebûn ku PKK dixweze PKDWê belav bike.

Lema jî her kesî zanîbû ji civîna do ewê biryara belavkirina PKDWê derkeve.

Tiştê xerîb tu mexalefet ya jî hin kesên li dijî vê siyaseta wan derkevin li piyasê xuya nakin.

Bi kêmasî ew di rojname û kanala xwe da rismekî wiha didin derve, dibêjin kesê li dijî fesihkirina PKDWê tune ye
Li gor xeberên wan xwedêgiravî Yaşar Kaya jî li gel belavkirinê ye, ew jî di wê baweriyê da ye. Li gorî Yaşar Kaya jî vê dezgeha milî êdî wezîfa xwe qedandiye, hewceyî hebûna wê nake.

Heyf, Tirkiyê çuqas xebat kir nikianîbû PKDW ibida girtin, lê waye PKKê bi xwe girt.

Bi min wiha tê fena ku tiliya Tirkiyê di vê belavkirinê da hebe. Çimkî hebûna vê meclîsê Tirkiye pirr aciz û nerehet dikir, girtina wê jî helbet Anqerê gelkî kêfxweş dike.

Lema jî gava meriv bibêje PKDW li ser daxwaza Tirkiyê belav kirin ewê îdîayeke ne pirr bêbingeh be. Ez bi xwe wer bawer dikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar