26 september 2022

Çend rêz ji bîranînên min -247-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-09-26
*Ez û Mueyid Teyib bîstekê li ser Federasyonê peyivîn. Got wiha nabe, em kongreyeke îstîsnaî çêkin.

Min got ji xwe fikrê min jî ew e. Dibê em kesên baş ji heq vî karî dertên bînin ser kar. Federasyon jî, Berbang jî gerek baştir bibe.

*Seîd Aydogmuş Pêşenga li welêt derketibû da min. Qey hevalan jê ra şndibûn. Kêfa meriv tê lê bi tirkî ye.

1996-09-26

*Min îro ji kurdayetiya xwe fedî kir. Di radyoya Swêd kanala 1ê da programek hebû. Yekî çûbû başûrê Kurdistanê got, heger îmkan hebe piraniya kurdan ewê Kurdistanê terk bikin. Milet dibêje em dixwazin ji vî halê xerab, ji vê rewşa nediyar xelas bibin.

Ez pir li ber ketim, min bawer nedikir kurd ji pêşeroja xwe hewqasî bêhêvî ne.

PDKê û YNKê mala kurdan şewitandine, bûne sebebê kurd ji welatê xwe birevin.

Filistînî, Çeçen ji bona bihostek erd xwîna xwe dirjînin, ê me na dixwazin welatê xwe terk bikin. Kurdistana ji bo wê bi salan li serê çiyan şer kirin, bi hezaran şehîd dan îro jê direvin. Psîkolojiyeke pir balkêş e, meriv bêhêvî dike.

Lê sebebê peydabûna vê psîkolojiyê serokên bêkêr in.heger serokên me jî wek yên xelkê bûna, hevdu nekuştana moralê milet jî nuha ewê ne hewqas xerab bûya.Kesêji welatê xwe nereviyana.
Xeta xwar ji gayê pîr da ye, sûcdar seok in.

*Min çû berçavka xwe ji optîker girt.

 

XXX
1999-09-26

Mûrad Ciwan belavoka li ser teslîmbûna gerîlla ji min ra şand. Bi tevayî ne xerab bû. Wek pêşniyar min çend tişt lê zêde kirin û jê ra bi paşda şand.
Û dûre jî ez bi telefonê pê ra peyivîm, min got heger temam e ji min ra bibêje ji bo îmzekirinê em bi xelkê ra têkiliyê deynin, ji bo ku ew jî îmze bikin.
Got min sûretek ji Malmîsanij ra jî şandiye, ji bo ku ew jî lê binêre û raya xwe bibêje.

Mûrad got ez ne pê ra me her kes îmze bike, lê li gorî Malmîsanij dibê her kesê bixwesta bira îmze bikira.

Welhasil Mûrad got hela ka bira Malmîsanij bersîvekê bide.
Di vê  nabênê da min ji Heyder ra jî sûretek şand û jê ra got heger tu yê îmze bikî, her wisa dîtin û pêşniyarên xwe ji Mûrad ra bişîne.

Li Tirkiyê di hefsa Ûlûcanlar da qetlîamek nuh, li gor xeberên heta nuha 12 mirî û gelek jî birîndar hene. Liberxwedan him li vir û him jî di hin hefên din de hîn berdewam e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar