21 september 2022

Çend rêz ji bîranînên min -242-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1992-09-21

Xebereke reş a din. Mûsa Anter jî kuştin! Li gorî xeberên medyayê ew hatiye kuştin, Orhan Mîroglu jî giran birîndar e. Hedîse şevê çûnî li Diyarbekrê bûye. Dibêjin qatil şufêrê texsiya wan bûye, ya jî ew bi ereba xwe biriye derekê, bi rê da ew gulebaran kirine.
Hîn kes negirtine. Jixwe kesî nagrin. Qatil dewlet e, ma qey ewê xwe bigire?
Pir li ber ketim. Heyfa Apê Mûsa. Pir segbav in, pir zalim in. Meriv kalekî 72 salî nakuje. Lê vana kanin xwîna kurdan jî vexun.

XXX

1996-09-21

Li gorî medyaya Tirkiyê dinivîse, pûlisên Belçîkayê 10 milyon Dolarê Amerîkî yê Apociyan girtine.

Bêguman medyaya tirk pir derewa dike, meriv nikane ji her xebera wan bawer bike.

Lê meriv ji rojnameya Ozgur Polîtîkayê û ji axaftina Yaşar Kaya ya civîna çapemeniyê fêm dike pûlisan ew gelkî êşandine.

Mesela pera hîn baş ne zelal e, wan bi xwe hîn tiştek negotiye. Heger tiştek gotibin jî min gudarî nekiriye.

10 milyon Dolarê Amerêkî perakî pir e, heger bi rastî jî hewqas pere dabin destê pûlis Xwedê bela wan bidê, têkevin binê erdê. Meriv hewqas pere li ba xwe nahêle û nade girtin.
Hêvî dikim derew be, ya jî ne hewqas be.


XXX
2008-09-21

Ji Mueyid Teyib ra

Mueyid merheba bira!
Min bihîst ku tu yê bixêr dawiya vê mehê(îlonê)werî Swêd.
Kitêbeke min-Antolojiya çîrokên zarokan-ji alî weşanxaneya APEC-ê ve hatiye weşandin. Di kitêbê da 125 xemîşokên/çîrokên zarokan hene. Ez dixwazim tu wê bibînî û li ser îmkana çapkirina li Kurdistanê bi te te ra bipeyivim. Loma jî dema tu hat ez dixwazim tu haya min bigihînê ji bo ku em hevûdu bibînin.
Helîm Yusuf jî di malpera Diyarnameyê da nivîsek li ser nivîsî ye, ez wê jî ji te ra dişînim.
Meyla min ji xwe vaye diyar e, telefonên min jî ev in.
073 53 44 852/dest
08/814482/mal
08/676 33 86/kar
Divê miheqeq em hevûdu bibînin.
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo
  

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar