17 september 2022

Çend rêz ji bîranînên min -238-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-09-17
Îşev çûm qursa erebî. Ez bi erebî hinekî zanim û fêm dikim. Fêmkirina min baştir e. Lê nikanim bixwînim û binivîsînim.

Heger xwendina erebî fêr bibim ezê kanibim soranî û kurmanciya bi herfên erebî bixwînim. Jixwe armanca min jî ev e.

Em li ser Armancê xebitîn. Me nivîs rast kirin. Me berbi hev anî.
Ez û Mûrad Ciwan çûn Kurdistan Pressê ba Orhan Kotan, me hin nivîsên Armanê rasterîng kirin.

XXX
1987-09-17

Uzeyîr Al 700 kron kiriya xaniyê Medenî Marsîl dabû, pwrê xwe dixwest. Min îro perê wî dayê.
Mahmûd Lewendî îşev mîvanê me bû. Ez jî, xanima min jî ji sohbeta Lewendî hez dikin. Qey em herdu serî jî ji Qerjdaxê ne lema.
Bi ya min ji wê bêtir Lewendî yekî zarşîrîn e, her kes jê hez dike.

XXX
1996-09-17

Li ser şerê PDKê û YNKê di radyoya Merheba da yekî tirk got, Mesûd Barzanî û Celal Talabanî eşîr in, nikanin tu carî li hev bikin. Henekê xwe bi kurdan û serokên kurd kir, got ji wan tiştek dernayê.
Kêf kêfa tirka ye, henekên xwe bi kurdan dikin, dibêjin ji wan tiştek sadir nabe. Meriv şerm dike, ji qahra dibehice.
Rewş pir tevlihev e, meriv nizane sibe ewê çi bibe.
Mesûd Barzanî çima wiha kir?
Hêvîya wî kî ye?
Amerîka ne di nava meselê da be, piştgiriya wî neke, bawer dike ku bi qeweta xwe tenê kanibe ji Seddam tiştekî bigre?
Ya din gelo hesabê Amerîkayê çi ye, dixwaze çi bike, alîkariya kê bike?

Piştî vê tifaqa Mesûd û Seddam gelo Amerîka ewê dîsa piştgiriya PDKê bike?
Tişekî zelal tune ye, ya jî ez zelaliyekê nabînim. Têkçûna vê fersênde ji alî moral û psîkolojîk da ewê kurdan mahf bike. PKK jî ewê bibe hêzeke bêalternatîf.

XXX
2008-09-17

Silav ji te ra Zara xanim,
Te gotiye tu dixwazî "hinekî bi kurdî bidî û bistînî". Gelkî kêfa min ji vê daxwaza te ra hat. Ez li ser navê ”Dîwanxaneyê” û xelkê nikanim tiştekî bibêjim, lê herçî ez im ez sozê didim te tu hatiyî dereke rast.

Ez ji te ra lînka malpera xwe dişînim, hemû nivîsên min bi kurdiyeke xurrî ne, yanî wek mastê mîhên sor bi lezet û wek hingivê Betlîsê jî şîrîn in.
Erê haya min jê heye ez zêde pesnê xwe didim, lê ez çi bikim kes "pesnê" min nade, mecbûrî ew bar jî dikeve hustuyê min.

Nivîsên min bixwîne tu yê poşman nebî. Ku tu poşman bûyî, di bin nivîsan da şiroveya xwe binivîsîne.

Piştî nexweşiya xwe ya 3 rojan min îro du nivîs nivîsîn, hema tu dikanî ji wan dest pê bike.
-Rutbeya "Çewalcî" bilind bû, malik li tirkan viritî!
-Xelk nahêle meriv xweşikî nexweşiya xwe jî bijî
Bi silavên biratiyê

2 kommentarer:

  1. Sibe saet14:00 em li Skärholmen hevdu bibîbin/ M. Elî bêpirtç

    SvaraRadera
  2. Temam, me li hev kir, sibe saet 14a ez li wir im.

    SvaraRadera