Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1996-09-08
Tirkiyê hîn Kurdistana Başûr dagir nekiriye, lê haziriya wê
dike, li ser sînor amade ne. Tê gotin çend km sînor derbas kirine, ketine
hundur.
Amerîka û Îngilistan dengê xwe nakin. Wer xuya dike ne li dijî dagirkeriya
Tirkiyê ne. Lê Rûsya û Fransa li dij derdikevin. Îran, Îraq û Sûriye jî li dij
dertên.
Li Tirkiyê kaoseke mezin heye, nizanin ewê çi bikin. Di halekî perîşan da ne.
Ne hukûmet heye, ne jî meclîs heye.
Her tişt ketiye destê eskeran. Wek cûntayekê hereket dikin. Nahêlin Meclîs bicive. Jixwe Erbekan îro çû tahtîlê.
Tiştekî din jî, Amerîka bi Erbekan ra napeyive, baweriyê pê
nayne.
Halê kurdên Başûr jî ne tu hal e. Tirkiye her gav kane welatê wan dagir bike,
lê teqîn û gurmîna wan e hevdu dikujin. Şerê wan hîn jî berdewam e.
XXX
2008-09-08
Ji Bengîn Botî ra
Birayê Bengîn,
Ji welatê sar û sermê, ji Stockholma xopan gelek silavên ji
dil.
Birayê ezîz, bersîva te ya giranbuha min bi kêfxweşiyeke
mezin xwend.
Ji ber ku nuha ez li kar im, lema jî mecala min ya
zêdenivîsînê tuneye.
Di nama xwe ya do da min ji bîr kir bibêjim ku
”blogek/malpereke” min heye, ez her êvar çend rêzan tê da dinivîsînim.
Gelo ewê destûra te hebe ku ez nama xwe û bersîva te îşev
biweşînim? Min nexwest bêyî destûra te biwêşînim ya jî qalê bikim.
Heger tu bersîvekê bidî min ezê kêfxweş bibim.
Bi hêviya ku ev danûstendina me berdewam be.
Gelek silavên biratiyê yên ji dil
Zinarê Xamo
Lînka malpera min li jêr e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar