Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-09-07
Bakî Karer û Riza Polat hatin mal. Çaxa Bakî ket hundur min bi henek jê ra got:
”Wa ye me tu sax dît. Dibê tu şikir bikî.”
Keniya, tiştek negot. Em rûniştin. Gelkî peyivî. Qala tiştên hatibûn serê xwe
kir. Got:
”Tiştên min daye partiyê dibê ez paş da jê bistînim.”
Ew peyivî, me lê gudarî kir û hin pirs jê kirin.
XXX
1986-09-07
*Min îro bersîva dawetnameya Server Tanîllî nivîsand. Di 13ê îlonê da li
Frankfurtê forumek bi navê ”Turkiye de demokrasî ve însan haklari çê dibe.
Server Tanîllî ez jî dawetî vê forimê kirime. Ez nikanim herimê, lê min mesajek
nivîsî.
*Îro civîna Komîta Karger a Federasyonê hebû. Ahmed Karamûs ez û Remzî Kerîm
pêşniyarî redaksîyonê kiriye, lê Komîteya Karger qebûl nekiriye. Hevalên min bi
vî hawî ez biçûk xistim. Ez pir li ber xwe ketim. Min zanîbû yên li dijî min di
piraniyê da ne
Lema min digot ez qebûl nakim, bi zor, bi piraniya dengan bi min dan
qebûlkirin. Nuha jî him ez, him jî xwe xistin vê rewşa xerab.
XXX
1999-09-07
Vê mehê ji min ra lotoyeke baş lêketiye (!) 2000 kron heqê
elektirîkê, 3000 kron jî heqê dagîs û frîtîsa(zarokxaneya) lawikê me Rojen hatiye.
5 hezar kron yaho!
De were memre, de were meteqe ?
Herdu deran jî gotine meha berê we kêm daye, lema jî dibê hûn li ser hev bidin.
Ezê ji mecbûrî bi sosyalê ra bipeyivim, lê belê ez bawer nakim tu alîkariyê
bidin min. Ezê hewqas pere ji ku bînim, çawa bidim ez nizanim !
XXX
2008-09-07
Ji Bengîn Botî ra
Merheba !
Birayê Bengîn, îşev di malpera "Haksozhaberê" da ez rastî çend
nivîsên te hatim. Heta nuha min tiştekî te nexwendibû. Esas cara pêşî çendakî
berê di malperekê da ez rastî nivîseke te-Pêşeroj"ê hatim.
Wê demê wexta min tunebû ez bixwînim, loma jî min nivîs li
ba xwe hilanîbû ji bo rojekê bixwînim.
Min îşev xwend û ez pir û por dilşa bûm. Li ser vê, min ez
çûm ketim quncikê te û min çend nivîsên te yên û bi taybetî jî şiroveyên tirkan
yên li ser nivîsên te yên bi kurdî bi baldariyeke mezin xwend.
Rexne, qerf, bêtehamulî û nîjadperstiya wan bi min pir ecêb
û xerîb nehat.
Ji ber ku ez jî kurd im û ez ne kor im, ne kerr im û ne jî dîn im. Tiştê
dewleta tirk herroj tîne serê miletê kurd bi çavên serê xwe dibînim û
dibihîzim.
Û dibînim ku miletê tirk jî bi rast û çepê xwe va, bi
bawermend û ataîstên xwe va ne li dijî vê zulma li miletê kurd dibe. Ji xwe
heger milet li dij bûya dewletê nikanîbû ev zulm bikira.
Esas bêhemdî ez ji tiştê ku min dixwest bigota dûr ketim. Ez dibînim ku tu ne
ew kesê ku ez ji te ra qala bidestiya kurdan û zulma li wan dibe bikim.
Ji wê bêtir, şêla te ya kurdperwerî, însanî û exlaqî,
bersîvên ku te dane nîjadperst û dîndarên tirk gelkî kêfa min anî.
Ev şêla te ya mêrane û zanîna te ya kûr ez bêhed dilşa kirim û min xwest
ku bi çend gotinan be jî te jî ji vê dilşahiya xwe agahdar bikim.
Ez ne merivekî dîndar û bawermend im, lê dema di nava dîndarên miletê xwe da
rastî kesên wekî te têm bêguman pir kêfxweş dibim.
Bi hêviya ku di rojên pêş da gelek nivîsên te yên gelkî hêja yên bi kurdî
bixwînim.
Gelek silavên birayetiyê
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar