14 april 2022

Corona çû tansîyon hat

Tansîyona min pir daketiye, gêja min dihere, nikanim xwar bibim, carnan fena ku dinya li dor min viz dibe. Ji do da ye hinekî zêde bûye.

Ji vêsê da ye min zor daye av û dewê şor. Li gorî temiyên tuxtorê Googlê dibê avê û dewê şor vexwim. Xwedêgiravî çay û qahwe jî baş e.

Ji tirsa li derekê nekevim îro neçûm meşê û antramanê. Qey ewê derbas bibe.

Min gelek nexweşiyên wiha dîtine û zora gişan jî biriye. Piştî ku Coronaya zalim nikanîbû tu jahrê belav bike, ez bawer nakim tansîyon mansîyon jî kanibe tiştekî bike.

 

XXX

34 sal di ser Enfal û Jenosîda kurdên başûrê Kurdistanê ra derbas bûn.

Enfala kurdan li her çar perçên Kurdistanê hîn jî berdewam e. Kurd wek milet li Îranê, li Îraqê, li Sûriyê, li Tirkiyê di binê zulm û jenosîdeke bênabên da ne.

Lê ev jonosîda bênabên ji alî dinyayê va nayê dîtin.

 

XXX

Taximê Lîga Amator Mûş Belediyesporê li Qoserê 21-0 zora Qiziltepesporê biriye.

Erê we şaş nexweşd, 0-21

Malneketno, meriv li seha xwe çawa 21 golan dixwe û golekê jî navêje?

We qoserî hetikand !

Wek hemşerî û dilxwazekî qoseriyan ez pir li ber vê pelixandina hemşeriyên xwe ketim.

Meriv navê têkçûneke hewqasî mezin nayne ser bajarê xwe!

Madem hûn hewqasî nezanên vê lîstikê ne, Wêranşar nêzî web û, we kanîbû 2 lîstikvan ji Wêranşarê bigirtana taximê xwe, herî kêm ewê 9-10 gol bişandana qela wan.

Hinek qoseriyan gotine bira Qiziltepespor dev ji futbolê berde, bes me rezîl bike. Ez ne bi vê fikrê ra me, ez dibêjim antranorekî wêranşarî bibînin, wêranşarî hosteyê vî îşî ne, ewê fêrî we jî bikin.

Têkçûnên wiha mezin wek hemşerî, me wêranşariyan jî diêşîne, bi qasî we em jî li ber dikevin.

 

XXX

-Însan hewqasî êşê dikşîne di nav benderuhan hemûyan da tenê ew mecbûr maye ken îcad bike.

///Nietzsche

Îcadek baş e, însan ne bê ken dibe, ne jî bê girî.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE