Di teşxele û qerembola Efxanîstanê da ev tirkên devbixwîn her roj li çend deran bombeyan bi ser kurdan da dibarînin, gundan, malan, nexweşxaneyan bombebaran dikin.
Îro li Şengalê li nexweşxaneya Sikeniyê xistine. Mirî û birîndar hîn bi temamî ji bin kavilên nexweşxanê dernexistine. Lema jî nayê zanîn çend kes mirî û birîndar in.
Bombebarana nexweşxaneyêkê sûcekê mezin e, di şer da jî nabe meriv nexweşxaneyan bombebaran bike.Lê ji bo kurd in tirk dikin û Dinya jî li hemberî vî sûcê tirkan bêdeng e. Ev jî irqçîtî û sûcekî Neteweyên Yekbûyî ye.
Do jî li Şengalê wasîteyekê xistin û du kes kuştin.
5 gundên Kurdistana rojava jî topbaran kirine. Li vir jî
zirar û zîyanên topbaranê hîn ne diyar e.
Yanî ji xwe ra kirine karekî rûtîn, her roj miheqeq çend derên Kurdistanê bomberan dikin û çend kesan dikujin. Tiştê tirk tînin serê me wahşet e, lê dinya lê temaşe dike. Çimkî em kurd in, miletekî bêxwedî û bêpişt in.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar