Nuha tam wexta wê ye, dibê partiyên kurdî yên her çar perçên
Kurdistanê giş bi hev ra bi daxwaznameyekê ji Neteweyên Yekbûyî û ji dinayê ra bibêjin em
Kurdistaneke serbixwe dixwazin, em dixwazin li welatê xwe azad bijîn, xwe îdare bikin.
Tirkan, farisan, ereban em xwarin, li tu beşekî
welatê xwe em nikanin bîna xwe bigrin. Em wek milet di bin zulm û irqçîtîyeke pir mezin da ne.
Çar dewletan li welatê me em êsîr girtine û her roj zulmê li
me dikin, me dikujin.
Bêyî deweleteke serbixwe tu çare û mukûna me nemaye, dibê
dinya alî me bike, me ji bin vê zulm û terora van çar dewletan xelas bike. Li welatê me azadî mafê me ye.
Her serokê kurd, her siyasetmedarê kurd dibê êdî bêyî
Kurdistaneke serbixwe tu tiştekî din qebûl neke, hedefa her kurdî dibê êdî
daxwaza Kurdistana serbixwe be.
Siyasetmedar û serokê ji bo vê hedefê nexebite gerek
nikanibe bibe sîyasetmedar û serokê kurdan.
Meriv dewletê nexwaze kes nade meriv, ji bo em bibin xwedî
dewleteke serbixwe dibê em wek milet bixwazin, di viya da israr bikin.
XXX
Bi bawerîya min heger ne Theodor Herzl bûya nuha Îsraîl
tunebû.
Heger Dr. Şivan nehata kuştin bi îhtîmaleke mezin nuha em ji
bindestiyê xelas bûbûn, Kurdistan çê bûbû.
Yanî di azadîya miletan da rola şexsan hewqasî muhîm e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar