Mêrik cixarekêşekî pir xerab bû, çixare ji cixarê vêdixist. Xanima wî rojekê hew xwe ragirt, hinekî bi hêrs jê ra got:
-Te xêr e, xêr e, tu cixarê ji cixarê vêdixî ! Tutûn
jahrîyeke însên hêdî hêdî jahr dadayî dike !
Mêrik got:
-Ma ez çi bikim? Ji bo ku te memnûn bikim wele ez nikanim
jahrê bi carekê da vexum…
Şerê mûrîyan
Yê dîn li nexweşxanê her şev berî raketinê dermanê mûriyan(gêrikan)di
binê nigê xwe dida. Şevekê sertebîb jê ra got:
-Çima tu her şev wiha dikî?
Yê dîn kenîya, got:
-Xur di binê nigê min da heye. Binê nigê min tije mûrî ne.
Bi vî dermanî ez her şev qira wan tînim.
Meraq meke
Xanimê şîret li xulamê malê yê nuh dikir, got:
-Mêze lawê min, tim berê li derî xe, dûra têkeve hundur.
Belkî ez tazî bim.
-Meraq meke. Berî ez têkevim hundur ez di qulika kilîtê ra
dinêrim…
Ne xewar e
Şiyar dema li resepsîyona otêlê qeyda xwe dikir, xortê
resepaîyonîs jê pirsî:
-Sibê saet di çenda da em te şiyar bikin?
Şiyar got:
-Ne hewceye hûn min şiyar bikin, ez yekî ne xewar im, her
sibe saet di pênca da ez şiyar dibim.
Xortê resepsîyonîst mizicî, got:
-Çi baş, wê demê gava tu şiyar bû xêra xwe me jî şiyar bike.
Natirse
-Keçik û xort tenê di kopartmana trênê da bûn. Piştî demek rêwîtî
dest bi sohbetê kirin. Bîstik derbas bû xort got:
-Tu zanî, bîsteke din emê têkevin tunêleke gelkî dirêj.
Keçikê got:
-Bira têkevê, ma ewê çi bibe?
Xort got:
Na tişt nabe, lê min got belkî tu ji min bitirse, lema min
got.
-Heger tu cixara xwe ji devê xwe derxe ji bo çi ezê bitirsim
?
Daxwaz
Keçikê roja din ewê 18 salîya xwe pîroz bikira. Bi rûkenî ji
pîrika xwe pirsî, got:
-Pîrê, heger sibe tu têketa 19 salîya xwe, te yê hedîyeyên
çawa bixwesta?
Mîrê keserek kûr kişand û got:
-Minê tiştekî din nexwesta delala min, minê tiştekî din
nexwesta...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar