Tiştekî pir ecêb e, roja bûyer, xeber, şer û teşxeleyên me kurdan ne zêde bin, hindik bin, serî jî tembel dibe, tiştê meriv binivîse, qalê bike jî nayê bîra meriv.
Yanî bi kêmbûna bûyeran ra kesadîya fikirî jî çê dibe.
Roja bûyer, xeber pir bin, serî wek saetê dixebite, mijar ji mijarê ra dibêje wê da here, meriv nizane qala kîjanê bike.
Lê rojên sakîn serî û aqil jî westa xwe digre, ew jî
îstirahet dikin.
Îro rojeke werganî ye, serî bîna xwe digre, bazara êqil
kesad xuya dike…
Ez îro ji ber baranê hîn derneketime meşa xwe ya rojane. Vêsê min hinek cangiranî kir, nuha jî zêde dibare.
Jo vêsê da ye baran e, bîstekê vedide, dîsa dest pê dike. Lê
nuha bi kûzan dike xwar.
Xanim di mitbaxê da ye pela çê dike; pelê bêgoşt. Malzeme
min jê ra hûr kir. Min got guneh e, bira bi tenê neke. Keda min jî tê d ahebe
baş e.
Pelê me ji malê ne. Xanimê dolab tije kiriye, ji berêvkê da
derdixe. ji me ra çê dike. Em pê xenî bûne.
XXX
Sovyeta dema Stalîn jî kesên mixalif sirgûnî Sibîryayê
dikirin
Nuha jî kurd kurdan sirgûn dikin. YNKê Lahur Talabanî sirgûn
kiriye.
Heger Lahur Talabanî sûcdar e bira mahkime ceza bike.
De îcar ev sirgûn çi ye?
Sûcê wî çi ye bira eşkere bibe û mahkime cezayê wî bidê. Lê
sirgûn ne tu hawe ye, ne rast e.
XXX
Bawerîya wiha, dînê wiha, îdeolojiya wiha têkeve binê erdê !
Dibêjin teqînên Qabûlê Daîşê kiriye, lê bi bawerîya min qatil yên Daîşê bin jî Îran li pişt e. Xayinî û genîfisiyên wiha karê Îranê ye. Dibê Amerîka berê xwe bide Îranê, Daîş taşeron e, tiliya Îranê tê heye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar