10 januari 2021

Hîla gayê sor



Gayê sor ji cot hal tê nemabû, bûbû hestî û çerm. şevekê di êxurde ji xwe ra got:

- Wele sibe ez narim cot, ezê xwe bavêjim erdê. Hema çer bikin jî ezê ranebim, ezê xwe  bikim term, fena ku ez nexweş bim.

Bû sibe çotkar wek hertim hat, xwest gayê sor bibe çot. Lê kir nekir, ga mexel hatibû, ranebû. Cotkêr got:

- Wele gayê min nexweş e, waye îro nikane here cot, hema ezê  îro kerê boz ji dêl wî va bibib cot. Ker da ber xwe û bi cot.

Êvarî çaxa ker ji cot hat, gayê sor ji ker pirsî:

- Birakê ker, ma cotkêr îro çi digot, çi nedigot ?

Ker got:

-  Wele digot gayê sor ji taqet da ketiye, bira sibe jî ji xwe ra rehet bike.

Ga bi vê xeberê gelekî kêfxweş bû, got min aqilekî baş kiriye, hema vê payizê ezê xwe tim nexweş bixim û bi vî hawî jî ezê ji cot xelas bibim.

Êvaran gê(ga) tim ji kerê boz dipirsî, digot:
-Birakê ker, ma cotkêr îro çi digot?
Ker digot:
-Wele digot halê gayê min xerabe, nikane cot bike, ezêê çendakî din jî bi vê hawî îdare bikim.
Vê yekê çend rojan wiha dom kir. Ker bala xwe dayê ku gê(ga) rehetiya xwe dîtiye û qet nêta wî tuneye here cot. Roja din gava ker ji cot hat, gê dîsa jê pirsî:

- Birakê ker, ma cotkêr îro çi digot ?

- Wele îro got heger gayê sor sibe jî nikanibe were cot ezêê bavêjim bin kêrê û şerjêkim.

Li ser vê xebera ker, gê got:

- Birakê ker, wele heta bîska berê jî halê min tunebû, lê nuaha ez pirr baş im, ez bawer dikim ezê sibe kanibim herim cot.

2 kommentarer:

PARVE BIKE