22 september 2019

Kurdên navên wan Seddam û heyranên Seddam jî hene



Serokê belediya Agiriyê yê AKPê Sawcî Sayan merivekî  heyranê Seddam Husên e û navê biraziyê wî jî Sedam e. Sawcî Sayan, piştî mara biraziyê xwe Seddam biriye, di twîtta xwe da wiha gotiye:

”Şeva zalimên Rojavayî êrîşî Îraqê kirin, lawekî kekê min Mihemed çê bûbû. Kekê min ji ber îsyana li hemberî zulmê, navê Seddam da lawê xwe. Min îro mahra Seddam birrî. Xwezî bavê wî ev roj dîtibûya…”


Li hemberî van gotinên serokê belediya Agiriyê Sawcî Sayan, meriv lal dibe, meriv naxwaze bawer bike.

Sawcî Sayan ne ereb e, xwedêgiravî ne neyarê kurda ye û di ser da jî serokê bajarekî kurdan, beledîya Agirîyê ye.

Kurdek çawa kane bi têkçûna zalimekî wek Seddam, qatilê Helebçê û 182 hezar kurdên Enfalê xemgîn bibe û navê wî bide lawê xwe?

Û Sawcî Sayan, serokê belediya bajarê Agiriyê jî îro vê şêla birayê xwe diparêze û teqdîr dike.
Dev ji kurdbûnê berdin, merivekî piçik bi ûjdan, merhamet û heger însanîyet pê ra hebe, Seddam naparêze, bi ketina qatilekî wek Seddam xemgîn nabe. 


Lê Sawcî Sayan him bi ketina Seddam xemgîn dibe û him jî şêla birayê xwe rast dibîne.

Û merivekî wiha bêûjdan û heyranê Seddam Husên bûye serokê belediya Agiriyê, kurdan ray dane sadîstekî wiha.

 Ev beyana Sawcî Sayan rûreşî û sikandaleke mezin e, dibê gelê Agiriyê li hemberî vê beyana Sawcî Sayan bêdeng nemîne û îstîfa wî bixwaze.

Ereb navê Seddam li zarokên xwe kin meriv fêm dike, lê belê gava kurdek navê lawê xwe bike Seddam aqilê meriv nagire, ji sosiretê jî wêdatir e. 

Hezkirina ji qatilekî wek Seddam Husên, parastina wî ne tenê bêûjdanî ye, sûc e jî. 

Li alî din xortê navê wî Seddam e jî heta nuha ji navê xwe aciz nebûye, ji bo wê jî navê xwe neguhertiye ye. Maneya xwe ew ji navê xwe memnûn û serbilind e. Heger ne wisa bûya ewê navê xwe guhertibûya.

Ne mimkûn e cihûyek(yahûdiyek) navê Hîtler li lawê xwe ke, yahûdîyekî herî bênamûs jî bêûjdaniyeke wiha nake. 

Lê kurdê navê Saddam li zarokên xwe dikin hene û ev kurd kanin li Kurdistanê bijîn û bi kurdan ra bidin û bistînin. Û kanin bibin serokê belediya bajarekî Kurdistanê jî.

Ev yek bi serê xwe ecêbeke giran e, tu miletekî din tiştekî wiha qebûl nake

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE