23 september 2019

Bi însên ra fedî û heya nemîne kane her rûreşiyê bike


Kesê fedî û a´r pê ra hebe nabe zalim û dîktator, zulmê li xelkê nake û nade kirin.

Kesê ji xwe fedî bike, kesê a´r pê ra hebe, nabe hevalê zaliman û li hemberî zulmê bêdeng namîne, piştgiriyê nade zalim û dîktatoran.

Ji bo hevaltiya zaliman, dîktatoran bêarî, dilreşî şert e. Meriv ne dilreş û bêar be zulmê li xelkê nake.


Kesê fedî nekeesê  pê ra a´r û heya nemîne kane her xerabiyê, her derewê, her bêbextiyê û her zulmê bike û bide kirin. 

Çimkî gava bi însên ra fedî nemîne, însan pir bêar dibe û merivê bêar jî pir bêmerhamet û bêûjdan e. Ji tu rûreşiyê şerm nake.

Hemû dîktator bêar in, ji zulma li xelkê dikin şerm nakin, heta zewqê digrin.

Fedî, şerm nîvê dilpakiyê ye, gava bi însanekî ra, bi siyasetmedar û lîderekî ra fedî û heya nemîne, ji zulimkariyê kêf û zewqê digre, hemû wesf û fazîletên mirovahiyê wenda dike. Ji bo wê jî merivên ji xwe fedî dikin, ne zulmê li kesî dikin û ne jî dibin hevalên zalim û zulimkaran.

Hevaltiya bi hêzên dagirker ra jî bêrûyî û bêarî ye, merivê li ber xwe keve, ji xwe fedî bike nabe dost û hevalê hêz û dewletên dagirker, nabin hevalên kesên ew kirine bindest.

Lê hin kes hene ne him ji hevaltiya hêzên dagirker fedî nakin, wan diparêzin û him jî navê qatilekî wek Seddam Husên li zarokên xwe dikin.

Û yê navê wî Seddam jî, ji navê xwe qet şerm nake, çimkî heya pê ra nemaye, bêar bûye.





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE