01 augusti 2019

Tirkiye hemû haziriyên xwe bi bo şerê bi kurdan dike


Tirkiye ji bahrê û ji reşayiyê bi 8 welatan ra Bûlgarîstan, Yûnanîstan, Qibris, Sûriye, Îraq, Îran, Êrmenîstan û Gurcîstanê ra cîran e û bi van welatan hemûyan ra jî nabêna wê ne baş e.

Tirk miletekî irqçî, pan-tirkîst û şerûd e, lema jî têkiliyên Tirkiyê bi hemû cîranên wê ra xerab e. 


Çimkî çavê tirkan di welatê xelkê da û di hemû Kurdistanê da heye. Ji bo wê jî bi piraniya cîranên xwe ra ne li hev e. 

Tirkiye bi Kurdistana dagir kiriye nayê serî, ji bo kurd li tu beşî nebin xwedî dewlet dixwaze hin derên din dagir bike, dixwaze erd û îmkana dewletbûnê ji kurdan ra nehêle.

Û di warê leşkerî da jî tim ji kurdan xurttir be.

Ev yek ji roja Tirkiye ava bûye wiha ye. Hedefa hemû partiyan ev e.

Tirkiye li hember gelek cîranên xwe tim xwedî plan û ajandeyekê bi dizî ye, dixwze hin erdên din dagir bike.

Lê Tirkiye dijminê xwe yê herî mezin kurdan dibîne. 

Ji bo wê jî Tirkiye hemû haziriyên xwe yên leşkerî ne li hemberî cîranekî xwe yê din, tenê li hemberî kurdan dike, hemû çek û fuzeyên dikire ji bo kurdan dikire, ji bo rojekê li hemberî kurdan bi kar bîne.

Ji bo kurd li Sûriyê nebin xwedî statuyeke siyasî, ji bo li Îraqê û li Sûriyê kurd veneqetin û Kurdistan çê nebe Tirkiye haziriya sed, dused salê din dike. 

Tirk dibêjin hezar salên din jî dibê kurd nebin xwedî dewlet.
Lema jî li Sûriyê ji bo ku kurd nebin xwedî maf ewê her tiştî bikin. Ji bo kurd negihîjin bahrê Efrîn dagir kirin.

Hin dibêjin çavê tirkan li petrola Sûriyê û Îraqê ye, para rastiyê di viya da heye, lê sebebê dagirkeriya beşekî Kurdistana başûr û rojava ne petrol e, Tirkiye dixwaze rê li ber avabûna Kurdistanê bigre.

S-400ên ji Rûsyayê kirîne jî di esasê xwe da ji bo kurdan kirîn. Bi kirîna S-400an dixwazin Rûsyayê bikin mitefikên xwe, Rûsyayê bertîl dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE