20 augusti 2019

Tirk dibêjin em qebûl nakin kurd xwe îdare bikin


Hukûmeta tirkan ya îro qebûl nake li Kurdistanê yek belediye jî têkeve destê kurdên welatparêz, kurdên ne zilamên dewletê. 

Ji bo tirkan HDP ya jî partiyeke kurdî ya din qet ferq nake. Ji bo ku belediyeyên çend bajaran îro di destê HDPê ne êrîşî HDPê dikin û qeyûman didin ser belediyeyên wê. 


Serokên belediyeyên Diyarbekrê, Mêrdînê û Wanê ji PAKê ya jî ji PSKê bûna jî dewletê eynî tişt bianiya serê wan. 

Dibê em hemû kurd viya baş bizanibin, şerê dewleta tirkan ne li hemberî  PKKê û HDPê tenê ye, le hemberî miletê kurd e. Tirk li sê perçên Kurdistanê bi kurdan ra di şer da ne, dixwazin li hers ê perçan jî kurdan bifetisînin û bindest bihêlin.

Îro HDP xurt e, serokên çend belediyeyan ji HDPê ne, lema êrîşî HDPê dikin. 

Ji dêlî HDPê PAK ya jî PSK jî bûya ewê eynî tişt bikirana, ewê Wan, Diyarbekir û Mêrdîn ji wan jî bistendana.

Tirk dibêjin Kurdistan mustemlekeya me ye û dibê em û zilamên me, cahşên me îdare bikin, em qebûl nakin di tu mistewayê da kurd xwe îdare bikin. 

Hedîsa ev e.

Kêmasî û şaşiyên PKKê, HDPê pir in, dibê meriv bibêje û rexne bike.

Lê HDPê ji kurayetiyê çiqasî xwe bêrî bike û xwe bike partiyeke Tirkiyê û tirkîyeyî jî tirk û dewleta wan qebûl nakin, dibêjin îro hûn wiha dibêjin, lê belê sibe ewê rewş biguhere û hûnê doza Kurdistanê û serxwebûnê bikin.

Ji bo wê jî emê HDPê bipelixînin, basko bikin, hemû belediyên mezin û muhîm jê bigrin.

XXX
Hin kes dibêjin tu ferqa CHPê û HDPê tuneye, ji bo kurdan herdu jî wek hev in. Ev îdîa him ne rast e û him jî eyb e.

Meriv kane li dijî HDPê be, raya xwe nedê. Ez jî di vê fikrê da me. Lê ev nayê wê manê ferqa CHPê û HDPê û Ahmet Turk û Ekrem Îmamoglu tuneye.

Her çiqasî hin kes bibêjin ferq tuneye jî lê belê dewlet ferqê dixe nabêna CHPê û HDPê, dixe nabêna Ahmet Turk û Ekrem Îmamoglu. 

Lema jî qeyûm nadan ser belediya Stenbolê, lê dan ser belediyeyên Mêrdînê, Diyarbekrê û Wanê. 

Polîs, CHPyiyan cop nakin, lê HDPyiyan COP dikin, him jî bi kînek û nefretke pir mezin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE