29 augusti 2019

Gerek em di nava gelê tirk da vê ankêtê bidin çêkirin!


Dema meriv irqçîtîya tirkan rexne dike, dibêje tirk wiha dijminê me ne, wiha neyartiya me dikin, hin kes îtîraz dikin, dibêjin efendim sûcê milet tuneye, yê zulmê li me dike dewlet e, hukûmet in, lema jî ne rast e meriv gel, milet sûcdar bike, filan bîvan…


Ez bi xwe ne di wê baweriyê da ma, bi baweriya min miletê tirk jî şirîkê vê zulma li me dibe ye, gelê tirk bi xurtî piştgiriyê dide siyaseta dewletê û hukûmetan ya antî-kurd. Gelê tirk jî naxwaze kurd azad bibin û Kurdistan çê bibe.

Gelê tirk jî dixwaze Tirkiye Kurdistana rojava û başûr dagir bike û nehêle kurd azad bibin û Kurdistan çê be.

Heger gelê tirk li dijî zulma li kurdan dibe derketa dewletê nikanîbû ev zulm li kurdan bikira. Yanî tirk şirîkê sûcê dewleta xwe ne. Çimkî piştgiriyê didinê.

Dewlet û partiyên tirk ji bo ku bizanibin kurd çi difikirin li ser me tim ankêtan didin çêkirin û li gorî wê gavan davêjin û tedbîrên xwe digrin.

Lê gava hinek dibêjin sûcê gelê tirk di siyaseta dewletê ya înkar û îmha kurdan da tuneye ezbere dipeyivin, çimkî di vî warî da me tu anket û lêkolîn çênekiriye, bingeha fikrên me çavdêrî û texmîn in, tu bingeheke wan a ilmî tuneye.

Pêşniyarek min ji partiyên kurdî û siyasetmedaran ra heye, dibê di nava tirkan da li ser me anketekê bidin çêkirin. Dibê meriv di anketê da ji tirkan van pirsên jêrîn bike:

-Tu piştgiriyê didî kurd ji Tirkiyê veqetin û Kurdistaneke serbixwe çê bibe?
-Tu piştgiriyê didî federasyona kurd û tirkan?
-Tu piştgiriyê didî otonomiya kurdan?
-Tu piştgiriyê didî dewlet kurdan bi zor bike tirk?
-Tu piştgiriyê didî dewelet hemû kurdan ji Tirkiyê û ji Kurdistanê derxe û bişîne Îraqê?
-Tu piştgiriyê didî kurd li Sûriyê dewleta xwe îlan bikin ya jî bibin xwedî feferasyon?
-Tu dixwaze Tirkiye hemû Kurdistana rojava wek Efrînî dagir bike û hemû kurdan jî bikuje û nefî bike û ereban di dewsa wan da bi cî bike?
-Tu qebûl dikî kurd li Îraqê bibin xwedî dewlet û Kurdistan çê bibe?
-Tu dixwazî Tirkiye, Kurdistana başûr dagir bike û hemû kurdan ji wir derxe, hinekan bikuje û hinekan jî bi çolan xe.
-Heger mimkûn be tu piştgiriyê didî Tirkiye hemû kurdên Tirkiyê, Sûriyê û Îraqê bikuje?

Bi kurtî dibê meriv di nava gelê tirk da li ser kurdan anketekê bide çêkirin û dîtina gelê tirk bipirse. Hela em binêrin tirk ji bo me çi difikirin?

Pirsên jor wek numûne ne, meriv kane zêde û kêm bike. Lê dibê em bi rengekî konkret bizanibin gelê tirk di heqê me kurdna da çi difikire?

Di nava tirkan da heta nuha çênebûna anlêteke wiha kêmasiyeke mezin e, dibê kurd anketeke wiha çêkin û siyaseta xwe li ser wê realîteyê ava bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE