23 juli 2019

Însan mexlûqekî ecêb e !



Hefteyek tahtîlê dûzana min a rojane xera kir. Berê ez her sibe saet di nabêna 06-07a da radibûm.

Ev rûtîna min a rojane bû. 

Şiyarbûna di vê saetê da berê ji ber kar bû, ez sibê zû diçûm kar. Lema her sibe piştî saet şeşa radibûm. 


Lê ev du sal in jî ew saet ji min ra bûye adet, ez naçim kar, lê dîsa jî her sibe di wê saetê da radibim, xurîniya xwe dikim.

Berê heyranokekê, dû ra jî pêkenînekê dinivîsim.

Lê vêsê saet di 08-15a da bi xwe hesiyam. Min hew mêze kir saet heyşt û çarîk e!

Ez tu carî hewqasî xewar nebûbûm. 

Diyar e di rêwîtiyê da ez bêxew mame.

Însan mexlûqekî ecêb e, zû întîbaqî şertan dike, zû diguhere.

Hefteyek rêwîtiyê dûzana min guhert. 

Hin heywan nikanin întîbaqî şertên nuh bikin û lema jî qirra wan tê.

Lê heywanê bi navê însan zû xwe diguhere, zû întîbaqî şert û mercan dike.

Dihere, digere, diweste, bêxew dimîne. Fêrî bêxewiyê dibe û dû ra dîsa xwe diguhere.

Welhasilî kelam însan eynî wek hevîr e, dikeve her qalibî...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE