Serokê Amerîkayê Donald Trump, di pres konfranesa xwe ya
zîrweya G-20 da qala axaftineke xwe û Erdogan ya pir balkêş kiriye, gotiye wî ”nehîşt
Erdogan kurdên rojava îmha bike” û dû ra jî ev agahiya jêr daye:
”Tirkiye tiştekî balkêş e. Serokê Tirkiyê Erdogan merivekî zahmet e, lê ez pê
ra li hev dikim. Belkî ev tiştekî ne baş
e, lê ez dibêjim baş e, ez wisa difikirim. Çimkî dibê meriv dirist be, wek her
kes zane bi kurdan ra gelşeke wî(Erdogan) heye. Artêşa wî ya 65 hezarî li ser
sînor bû. Ewê kurdên bi me ra şere Daîşê dikirin îmha bikira, ji ortê rakira.
Min telefonî wî kir, min jê rica kir dibê ew tiştekî wiha neke. Kurd dijminên
wî û Tirkiyê yên xwezayî, tabiî ne. Û wî ev yek nekir. Leşkerên tirk li ser
sînor rêz bûbûn, dixwestin kesên bi me ra şere Daîşê dikirin ji ortê rakin. Min
jê ra got, tu nikanî viya bikî. Û nekir.”
Wek tê dîtin Erdogan biyar dabû êrîşî kurdên rojava bike û hinekan bikuje û
hinekan jî mecbûrî koçberiyê bike.
Yanî tiştê li Efrînê kirin ewê li seranserê
Kurdistana rojava bikirana. Û ev rast e, em hemû bi vê nêta Erdogan zanin. Ji xwe Erdogan ev hedefa xwe tu carî venaşartiye, heta nuha bi dehan car dubare kiriye. Wan rojên Trump dibêje di bîra me hemû kurdan da ye.
Lê mala Trum pava be mêrik nehîştiye, gotiye ez
qebûl nakim tu mitefikên bi min ra şerê Daîşê dikin ji ortê rakî.
Gotina ”kurd dijminên Erdogn û Tirkiyê yên xwezayî, tabiî ne” ne jî sedîsed
rast e, Erdogan kurdan dijminên xwe yên ebedî dibîne û dixwaze li her derê şerê
wan bike û dike jî.
Lê hin kurdên bêxîret, kurtêxur û xwefiroş hîn jî bi xulamtiya Erdogan dikin,
hîn jî li Kurdistanê nşnertiya wî dikin.