24 maj 2019

Culemêrg jî teslîmî tirkî bûye !




Kurdino, haya we jê heye, kela kurdayetiyê, bajarê Ehmedê Xanî, Culemêrg jî teslîmî asîmîlayonê bûye, neviyên Ehmedê Xanî jî êdî bi kurdî nizanin !

Ji bo em bibînin tirkan, dewleta tirk em çawa helandine, zarokên me çawa kirine tirk, xortekî bi profîla ”hindikûrindik” di twîtteke xwe da ji Culemêrgê numûneyeke pir xof daye.
Numûneya daye ev e:

”Sala 1992-93 li taxa Qiranê ya Culemêrgê babê min qeyda min li dibistana "atatirk"çêkir û min dest bi xwandinê kir. Wê salê di pola me da em 42 zarok hebûn û tenê 2 zarokên sîs û paqij û biriqî yên memûrekî bi tirkî dizanîn, em yên dî kerr û lal bûn, li gel mamostê gorrdojehê nemayî.
Min wê rojê ji birazayê xwe pirsî. Wî go di pola wan da nêzîkî 40 zarok hene û tenê ew û hevalê wî bi kurdî dizanin, ji 40a 2 kes !!!
Xwelî serê me!!!
Gelî sîyasetmedar û welatparêzan, heta 10-15 salan girseyeke hûn li ser sîyasetê bikin û welatparêzîyê bikin namîne!!
Hişyarbin!!”

Numûneya xortê culemêrgî ji bajarê xwe û him jî ji bajarekî wek Culemêrgê daye felaket e, îspat û delîla mirina kurdî ye. 

Heger kela egîd û kurdayetiyê, bajarê Ehmedê Xanî Culemêrg(Hekarî)ketibe vî halî, êdî hesab li ba we ye, maneya xwe li bajarên din rewş hîn xerabtir e, belkî li wan bajaran di sinifekê da du zarokên bi kurdî zanin jî tunene.

Bajarên wek Erzinganê, Erzeromê, Agiriyê, Dîlokê, Semsûrê, Meraşê, Xarpêtê Meletîyê, Bedlîsê, Mûşê, Çewligê, Sêwasê, Qersê, Erdexanê ji xwe ji zû da ji bajarên kurdayetiyê dûr ketine, bîn û hilma kurdan û bajarekî Kurdistanê ji wan nayê.

Culemêrg û çend gund û qezayên Wanê, Diyarbekrê, Batmanê û Rihayê û Mêrdînê mane, heger kurd ev kurd bin, heger partiyên kurdan ev partî bin, heta çend salên din ewê jî teslîmî asîmîlasyonê û tirkîyetiyê bibin û bibin tirk.

 Zimanê nifşên nuh pê mezin nebin zimanekî mahkûmî mirinê ye. Bi numûneya jor ya ji Culemêrgê meriv dibîne kurdî ketiye qomayê û heta çend salên din, heta dê û bavên wan zarokan bimrin, ewê jî bi wan ra bimre. 

Û êdî tiştekî bi navê edebiyata kurdî, muzîka kurdî, zargotina kurdî ewê nemîne. 

Çimkî ewê miletekî bi kurdî dipeyive tunebe. Zarokên me, neviyên me ewê bi kurdî nizanibin, zimanê wan ewê tirkî be. 

Û gava ziman bû tirkî, dû ra hêdî hêdî ew jî tirkbûnê qebûl bikin û bibin tirk.

Ji xwe nuha jî bi milyonan kurd bi kurdî nizanin û li metropolan û li Kurdistanê bûne tirk. 

Piştî 10-20 salên din êdî piraniya kurdan, heta li gundan jî ewê asîmîle bûbin û dû ra jî bibin tirk.

Ev 40 sal in ez bala dikşînim ser vê felekata li pêş me. Lê partiyên siyasî, mezin, rîsipî û ronakbîrên kurdan tiştekî nakin. Dewlet ne bes e em jî zarokên xwe asîmîle dikin.

Heger Culemêrg ketibe vî halî em têk çûne. Û Çmkî li hemberî asîmîlasyonê em tu tedbîrê nagrin. Bira tedbîr li wir be, em bi xwe jî piştgiriyê didin asîmîlasyonê.

Kes me mecbûrî tirkîaxaftinê nake. Dewlet nabêje hûnê bi zarokên xw ra bi kurdî nepeyivin, em bi xwe dikin.

Çimkî em xwe miletekî cihê nahesibînin. Heger me bigota em kurd in û ew jî tirk in, em bi zarokên xwe ra û bi hev ra bi tirkî nedipeyivîn.

Ji bo piraniya kurdan tirk, kurd ferq nake, heta tirkbûn baştir e. Ji bo wê jî bi zarokên xwe bi tirkî dipeyivin. Keçên kurd êdî tenezul nakin bi hev ra bi kurdî bipeyivin. Êdî her kes dibêje li Kurdistanê zimanê keçan bûye tirkî. Ê dema dayik bi kurdî nepeyive, bibe tirk, bêguman zarokên wê jî ewê kurdî fêr nebe.

Li hemberî vê felaketê am kanin çi bikin?

Em kanin tiştekî tenê bikin û ew jî pir rehet e:  Bi zarokên xwe ra, bi hev ra bi kurdî bipeyivin. Bi kurdî binivîsin. 

Bi taybetî jî siyasetmedar siyasetê bi tirkî nekin, bi gel ra bi tirkî nepeyivin. Siyasetmedarê bi kurdî nizane nebe nûnerê kurdan. Yê bû dibê gel qebûl neke.

Viya her kurd kane bike û tu cezayê wê jî tuneye. Yê viya neke maneya xwe dixwaze asîmîle bibe û kurdan jî asîmîle bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE