17 maj 2019

Dibê hemû partiyên kurd bi hev ra li dijî cezakirina ronakbîrên kurd derkevin

Fûad Onen, Jiyan Tîmûrtaş


Ev demeke Tirkiye ceza li welatparêzên kurd dibarîne. Çend roj berê mahkimeyek tirk 3 sal û mehek ceza da Fûad Onen û salek û sê meh jî da Jiyan Tîmûrtaş.

Berî wê 15 meh jî dabûn Seraceddîn Kirici.

Helbet gelek kesên din jî hene, navên hemûyan nuha nayê bîra min. Yanî kesên hatine cezakirin pir in.


Tiştê xuya dike tifaqa AKPê û MHPê dixwaze bi van cezayan çavên kurdan bitirsîne û rewşa salên 1960î, cezakirina axaftina kurdî paş da bîne. 

Retorîka berpirsiyarên hukûmetê û biryarên mahkimeyan ên van demên dawî îşareta vê yekê ye.

Yanî dixwazin dîsa li ser kurdan bijdînin, bi girtin û cezakirinên bi vî rengî welatparêzên kurd terorîze dikin.

Berê bi îdîa PKKê, KCKê û ”terorê” bi hezaran însan girtin, gotin vana hevalên PKKê ne. Ev yek wek taktîkek demkî bi kar anîn. Ji bo ku cepheya li hemberî xwe firehtir nekin û kurdan ji ber hev da bixînin. Lema jî demekê zêde nediçûn ser hêzên derî PKkê û HDPê.

Siraceddîn Kirici û dayika xwe

Lê nuha qad û çarçeweya ”piştgiriya terorê” û cezakirinê hinekî firehtir kirine. 

Êdî kesê ji dûr û nêzîk tu têkiliya wî bi PKKê, KCKê û HDPê ra tuneye, endam û berpirsiyarên partiyên legal jî ji ber parvekirineke medyaya sosyal, ji ber navê Kurdistanê û ala kurd digrin û ceza dikin.

Yanî êdî dor hatiye ser kesên derî PKKê û HDPê jî, êdî her kurdê welatparêz, kurdperwer û li dijî dagikeriyê jî ”terorîst” in û piştgiriyê didin ”terorîzmê”.

Ji bo dewleta tirk hemû hêz û kurdên miletperwer, azadîxwaz her tim dijmin bûne û îro jî dijmin in. 

Cudahiya îdeolojîyan û partîyan ji bo wan qet ne muhîm e. Li gora xwe dixin rêzê,  dorê. 

Her tim di eynî demê da naçin ser hemû hêzan û kurdperweran, berê yê herî xurt ji ber xwe da dixin, dû ra vedigerin ser yên zeîf.

Nuha wer dikin. Berê demagojiya ”terorê” kirin, lê êdî bi wê nayên serî, dibêjin gerek hûn nebêjin Kursistan, gerek hûn ala kurd jî hil nedin.

Netîce nêta dewletê diyar e, em zanin li pey çi ne û dixwazin çi bikin. Ya muhîm dibê em çi bikin?

Dibê kurd li hemberî cezakirina Fûad Onen, Jîyan Tîmûrtaş, Seraceddîn Kirici û êrîşên dewletê yên bi vî rengî bêdeng bêdeng menînin. Dibê hemû partî, komele û şexsîyetên kurd bi hev ra van biryarên mahkimeyan bi hev ra, bi şîdet prptesto bikin. Bi hev li Diyarbekrê, li Anqerê civînên çapemeniyê li dar çê bikin, meş û protestoyên kîtlewî bikin.

Dibê dewlet kesên hatine cezakirin bi rehetî û yeko yeko nexe zindanê, dibê hemû partiyên kurd bi hev ra dengê xwe bilind bikin. Bêdengî, protesyên ferdî, beyanên ferdî têrê nake, dibê hemû hêz û partî bi hev ra van biryaran protesto bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE