07 april 2019

Nîsanê tu yî bûka salê



Bihar bi meha adarê dest pê dike, lê belê herî bêtir di nîsanê da xwe baş nîşan dide. 

Di meha nîsanê da hewa hinekî germtir dibe û gelek dar û kulîlk xatir ji zivistanê dixwazin û xemlên rengorengo bera ser bejn û balên xwe didin.

Taviyên nîsanê meriv aciz nakin, tên û diherin. Lema jî bûka salê meha nîsanê ye.



Li Stockholmê adar xweş derbas bû, me kêf kir. Di normalê da meha adarê li Swêd sar û serma ye, berf e. Lê îsal adarê zêde xwe nîşan neda.

Lê nîsan li me hetiye xezebê, ji roja pêşî da ye xwe tirş û tahl dike, rojeke tam xweş, bê ba û bahoz diyarî me nake. 

Nuha danê nîvro ye û hewa li dor 3-4 dereca sar e. 

Heger rast derkeve dibêjin sibe ewê bibe şilî û şepelî û belkî jî berf be. 

Me sol û kincên xwe yên zivistanê rakiribûn, diyar e emê dîsa derxin. Lê hêvî dikim zêde zorê nede me.

Bûka salê, meha nêsanê, îşê wê qet ne diyar e, dawî li taviyên wê nayê.

Ez û xanim dikin xwe baş bijdînin û derkevin, derve sar e....
Min du sê şiîrên li ser nîsanê wergerand kurmancî. Hêvî dikim bi dilê we be…

-Em rastî hev hatin di serê wê kuçê da. 
Di destê te da evîn
di yê min da baqek gul. 
Em nêzî hev bûn ji dûr va di orta rê da. 
Di çavên te da nîsan 
di yê min da jî îlon.


"Ax ji derdê van baranên nîsanê.
Wek zarokên xemgîniya xwe wenda kiribin şaşmayî
dibare û diqede.
Bira biqede."
///Edip Cansever  

"Wek barana nîsanê

Ez bibêjim ji wextan êvareka nîsanê ye
bayê herî muferehkar ji te tê
di te da seyr dikim deryayên herî hişîn
di te da digerim li daristanên herî tenha
min ji te çirpandin kulîlkên qet naçilmisin
zeviyên herî bi bereket min ji te ajot
min ji te tahm kirin hemûyên êmîşan."
/// Cahît Sitki Taranci

"Tiştê ne mimkûn
nivîsîna helbestê ye
tu evîndarî heger
û nenivîsandina
ji mehan ji meha nîsanê ra."
///Orhan Velî

Ezê ku her nîsanê saleke din ciwan im
û her biharê hinekî din evîndar im
 ///Orhan Velî

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE