01 september 2018

Bira kes ji min ra tu vîdeoyê neşîne



Hin dost û heval ji min bi messengerê vîdeoyan dişînin.

Hinekên wan nas dikim û hinekên wan jî nasa nakim.

Kesên vîdeoyan dişînin ji sedî 99 tiştekî nanivîsînin. Nabêjin vîdeo li ser çi ye…

Lema jî ez nizanim vîdeo li ser çi ye û yê şandîye bi rastî ew e ya jî vîrûs e.

Min berê jî du sê caran got, ez naxwazim kes ji min ra vîdeoyan bişîne, pir dibe û ez nizanim çi ye, çi nîne. 

Ez bi xwe tu carî ji kesî ra tu vîdeoyan naşînim û min tu carî jî neşandiye.

Heger yek lînkekê ji min bixwaze ew tiştekî din e. Lê ez bi xwe tu carî ji kesî ra vîdeoyan naşînim û naxwazim kes ji min ra jî bişîne.

Lê heger nas, dost û hevalê tiştekî muhîm şand jî dibê binivîse, bibêje çi ye, ji bo ku ez musterîh bim û biwêribim vekim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE