31 augusti 2018

Li ser tarîxek kevn û rismekî tarîxî


Belgeyek tarîxî. 4 sal berê dema ez rastî vî rismî hatim, min li ser tiştek nivîsî.

Tarîx û mekan: Kongre Partiya Karkirên Tirkiyê (TIP) ya Duyem, 20-24ê mijdara(meha 11a)1966. Meletye.

Bavê min wê demê serokê TIPê yê Wêranşarê bû û wek delegeyê Rihayê beşdarî kongrê bûye.

Ji milê çepê: Sami Kutlu, Çetin Altan û bavê min Bubo Kumruaslan.

Yê li pişt Çtîn Altan xwarziyê M. Ali Aybar e. 


Samî Kutlu li Wêranşarê terzî bû. Bi eslê xwe ji ku ye nizanim. Belkî swêregî be. Hevalê zane bira bibêje.


Behîce Boran û Çetîn Altan sala 1965a, di dema propaganda hilbijartinan da hatin Wêranşarê mitîngek çêkirin. Wê demê ez 15 salî bûm, ji ber bavê min serokê partiyê bû, ez jî pir aktîv beşdarî mitîngê bûm. Min li pêş mitîngê bandrola mezin girtibû. 

Mitînga me li kêlek Mizgefta Tekiyê, li pişt qahwa Axa çê bû. Heger şaş nayê bîra min di mitîngê da bavê min jî peyivî.

Li mala me gelek rismên wê mitîngê hebûn, çi hat serê wan nizanim. 

Ji milê çepê: Huseyin Haşimî, Îbrahîm Gureş, Nîhat Ayaz û bavê min Bubo Kumruaslan.
Bavê min yê bi berçavk e.
Ev risim cara pêşî Umît Firat girt weşand

Huseyîn Haşimî û Nîhat Ayaz herdu jî wêranştarîarî ne, lê yên din nizanim kî ne. Sal û tarîxa ev risim hatiye girtin nizanim, belkî Umît Firat nivîsîbe. Cî ewê Anqere be.

Mimkûn e di rojnameyên wê demê da ew risim hebin û ez û bavê xwe jî xuya bikin. 

Li ber yazîxaneya bavê min gelek risim girtin.

Behîce Boran di sala 1965a da ji Rihayê bû parlamenter. Esas yê qezenc kir Dr. Huseyîn Kîraz bû û ji Swêregê bû. Lê Behîce Boran ji baqîyê ket dewsa Huseyîn Kîraz.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE