14 juni 2018

Mirina bêbext kurdperwerekî din ji nava me bir



Bi bihîstina wefata kek Abdurezaq Feylî pir xemgîn bûm. Dost û hevalekî min ê pir ezîz bû. Dilşewatekî kurd û Kurdistganê bû. Merivekî pir mitewazî bû.

Ji salên 1980î me hev û du nas dikir. Di nava Federasyona Komeleyên Kurdistanê da û di gelek warên siyasî da em bi salan bi hev ra xebitîn. 


Gelek bîranînên me bi hev ra hene. 

Par di dema referandûma serxwebûnê da ez û çend heval li Silêmaniyê em çûn ziyareta wî.

Bi dîtina me pir kêfxweş bû, me rojên borî yad kirin. Mazûbaniyeke mezin ji me ra kir, bi halê xwe dan nasîn, bi wê nexweşiya xwe em li Silêmaniyê gerandin, xwest hemû hevalên wî bibînin bê li Swêd çiqas dost û hevalên wî hene.

Min zanîbû pir nexweş e, lema jî min xwest wî li Kurdistanê bibînim.

Berî wê li Swêd jî me çend caran hevdu dît û bi hev ra demên borî bibîranîn.
Bira serê malbata wî, dost û hevalên wî û hevalên YNKê sax be. Gorra wî behişt be...




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE