Li Diyarbekrê birûskê li mizgeftê xist û du minare pot kirin.
Ji qahra bênamûs û xayinan Xwedê li mala xwe hat xezbebê.
Hin kes ecêbmayî mane û gotine Xwedê çawa li mala xwe dixe, ma meriv mala xwe bi destê xwe xera dike?
Weleh meriv xera dike û him jî baş û tam xeera dike...
Kurro dema lê nexe, xera neke ne norlam e, ma qey nabîne çiqas sîxur, zalim, virek, sextekar, diz, û xayinên qewmê xwe di malî da kom dibin û efû mexfîretê jê dixwazin !
Kî be jî vê yekê qebûl nake.
Ma mala wî ciyê diz, sextekar, virek, sîxur xayinan e?
Dawiya dawî hew deyax kir û ji qahra wan virek, sextekar, sîxur û xayinan li mala xwe jî xist, xwest mala xwe û wan tevî hev bişewitîne...
Lê îcar baş nîşan negirtiye, tenê serê du minareyanfirandiye.
Bes diz, virek, sextekar, sîxur û xayinên her roj diçin wir mesaja xwe girtin. Careke din pir mumkûn e li orta mizgeftê xwe û xwe û me ji çend kesên rezîl û bi zirar xelas bike.
Çimkî di nava kurdan da rezîl, sextekar, sîxur û xayinên qewmê xwe pir bûne. Helbet ew jî viya dibîne û ji vê rewşê nerehet e…
Yusiv Hemed: Ne nîşançî ye xalo ..:))
Zinarê Xamo: Wer xuya dike. Lê çend carên din jî lê bide
ewê bibe nîşanciekê baş. Kes di zikê diya xwe da nabe nîşancî, antraman lazim e...:))
Ji qewla te ve, wilo li orta wê xistiba û ji xwe re çend misilmanên îmankamil bibira, bê çi baş dibû..
SvaraRaderaEv destpêk e, diyar e ew jî êdî hew qebûl dike. Ma ne were be bi birûskan bi mala xwe dikeve?
RaderaNe yek jî, ji qahra bênamûsan du minarên xwe pot kirine û berdane...
Dêmeg ew jî hew tehamul dike...:))