21 juni 2018

Di lîstikên Kûpa Dinyayê da di her maçê da kurdên bêwelat raqibên hev in



Di Kûpa Dinayayê ya Futbolê da tu milet wek me kurdan ne perçeperçeyî ye. 

Her milet welatê xwe diparêze. Lê yê me ji ber ku welatê me tuneye, em piştgiriya welatê em lê dijîn dikin û bi vî rengî dibin raqibê kurdên welatê din.


Em kurd bi qasî taximên beşdarî kûpayê bûne li dijî hev in. Kî bi kê ra bilîze kurd li dijî hev in. Hin kurd dixwazin taximê A qezenc bike û hin kud jî dixwazin taximê B qezenv bike. Û ev yek di hemû maçan da wiha ye.

Dema taximên du welatan tên hemberî hev, hemwelatiyên her welatî taximê xwe diparêze.

Lê kurd hemwelatiyên herdu welatan e, lema jî kîjan welat bi hev ra bilîzin kurdên wan herdu welatan otomatîkman tên hemberî hev.

Alman Almanyayê, arjantînî Arjantînê, fransiz Fransayê, danîmarkî Danîmarkayê, swêdî Swêd, îranî Îranê û rûs jî Rûsyayê diparêzin.

Yanî ferdên her miletî piştgiriya taximê xwe dike, dixwaze ew bi ser keve. Yek milet, yek welat, yek taxim.
Lê yê me kurdan ne wiha ye.

Ji ber ku welatê me tuneye, taximekî me jî di vê kûpayê da nalîze.

Em wek merivên bêwelat li kîjan welatî dijîn piştgiriya wî welatî dikin, bixwaze, nexwaze dibin dilxwazên wî welatî.

Kurdên Almanyayê piştgiriya Almanyayê û kurdên Swêd jî piştgiriya Swêd dikin. Bi vî rengî di her maçê da kurd tim raqibên hev in.

Taximekî îranîyan heye, ew jî Îran e û îranî piştgiriya taximê xwe dikin.

Lê kurd li kîjan welatî bijîn dibin alîgirên wî welatî û bi vî hawî tim raqibên hev in.

Kurdên Almanyayê li dijî kurdên Swêd in, kurdên Danîmarkayê li dijî kurdên Îspanyayê ne, kurdên Fransayê li dijî kurdên Portekîzê ne.

Em tu carî nikanin wek miletekî destegê bidin taximê welatekî, çimkî em li welatekî tenê najîn, em li her welatî hene, lema jî her kurd dilxwazê welatê xwe ye.

Tew hin kurd hene dilxwazê taximên neyarên xwe ne…
Bêdewletî meriv dike heftê û heft perçe…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE